Parêzer Rezan Gezer: Li Sîlîvriyê êşkence bi rêk û pêk tê kirin û berbelav e

Endamê OHD'ê Gezer, ku hevdîtin bi girtiyên li girtîgeha Sîlîvriyê re kir, bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan ên li dijî girtiyên edlî û got, girtiyên edlî pir caran bi tenê têne hiştin.

Piştî ku hate bihîstin li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 5'an a Sîlîvriyê gelek kesan bi rengekî komî hewl dane xwe bikujin û girtî Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest da, parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser bûyerê raporek weşandin.

Şandeyê di raporê de tomar kir ku di qawîşên girtiyên edlî de binpêkirinên mafî gelek in. Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku rêveberiya girtîgehê û gardiyan rê li ber girtiyan dixin ku xwe bikujin.

'NIKARIM, ÎDARE NAKIM'

Li gor parêzer Rezan Gezer li ser girtiyên edlî zextên giran hene: "Demên dawî zext zêde bûne. Em jî wek her kesî bi pey sedeman ketin, lê tiştekî zelal nîn e. Her ku diçe zext û zordariya bi fizîkî, derûnî zêde dibe. Hevala/ê me pê re hevdîtin kir; bahs dikir ku dile wê/î li xwekuştinê heye û rewş her diçe nebaş dibe. Di çavdêriya xwe de min ev yek bi eşkereyî dît. Diyar bû, hatiye wê astê ku ya wê ji wir biçe ya jî wê xwe bikuje. Diçû û dihat behsa vê yekê dikir. Girtiyan digot: 'Ez dixwazim xwe bikujim, nikarim hew îdare dikim'."

'TU YÊ BIBÊJÎ MIN DEREW KIRIYE'

Parêzer Gezer bi bîr xist ku Halîl Kasan di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ye û bi giştî 6 girtiyan hewl dane xwe bikujin û got, "6'ê Nîsanê danê êvarê saet di 19:30'î de gardiyan ji bo serjimartinê tên qawîşê û bi girtiyekî re nîqaş dikin. Gardiyan sîleyekê li girtiyekî dixe, girtî jî ji malbata xwe re qala bûyerê dike. Her tişt bi vî rengî destpê dike. Piştî ku girtî dibêje wê ji malbata xwe re qala bûyerê bike û piştre gilî bike, zorê didin girtî ku lêborînê bixwaze. Wiha jî tê gotin: 'Em ê ji te lêbuhurîna xwe bixwazin tu yê bibêjî min derew kiriye'."  

'DERKETINA WE JI VIR NÎN E'

Bûyera ku parêzer Gezer qalê dike, li qawîşa ji 60 kesî diqewime. Vê demê, nêzî 10 kes û rêveberî-gardiyan li ber hev radibin.

Parêzer Gezer wiha bi axaftina xwe de çû: "Çi tînin serê yên din em pê nizanin. Tiştê em dizanin ew e ku bûyer bi tenê bi serê 10 kesan de hatiye. Bûyera parêzer Gezer qal dike di qawîşeke bi 60 kesî de pêk tê. Di dema bûyerê de jî nêzîkê 10 kes û rêvebirî û gardiyan tên hemberê hev. Piştî ku gardiyan şeqamê li girtî dixe û girtiyên din jî dexilî bûyerê dibin tundûtûjiya bi fizîkî û derûnî dest pê dibe. 'ê mehê serkarmend tê rasterast gefê li girtiyan dixwe. Midûrê girtîgehê tê, gefan li girtiyan dixwe, dibêje: 'Em ê li vir bi we fîlm bidin kişandin. Hûn nikarin ji vir derbikevin. Rehet bisekinin ji xwe re'. Ev serdan hema bibêje bi qasê hejmara gardiyanan ango bi 60-70 kesan tê kirin. Bi taybetî ji bo çewisandinê ev yek tê kirin. 

Jixwe hewila xwekuştina bi komî piştî vê yeke çêdibe. Lewra yên piçek dengê wan dertê, bi zorê bi erdê re kaş dikin, ji qawîşê derdixin, wan di odeyên bi singêr ên wek odeyên nerm tên zanîn de digirin. Lê wir tundiyê li wan dikin. Nahêlin kes dest bide yên birîndar dibin."

'TIRSA KU WÊ ÎNFAZ BIŞEWITE'

Parêzer Rezan Gezer li ser pirsa ji girtiyan ku çima serî lê vê rêyê didin diyar kir ku wan ev bersiv wergirtine: "Em hew îdare dikin, em hatin asta dawîn. Em malbatên xwe nabînin. Her ku em wan dibînin cezayê dîsîplînê didin me. Bi normalî rêbaza ji bo cezayên dîsîplînê ev e: 'biryar ku eseh dibe, dest bi şewitandina înfazê tê kirin. An jî cezayê telefonê bihê dayîn biryar eseh bibe bi şûn de cezayê telefonê tê dayîn. Di wê demê de mirov li hevdîtina bi telefonê dewam dike. Lê tê rewşeke wiha ku çawa biryar ji wan re tê gotin, bêyî girtina parêznameyê ji wan mafê wan ê telefonê tê girtin. Mafê derketina ji derve ji wan tê girtin ya jî wan dişinin qawîşên yekkesî. Misêwa rû bi rûyê hizira ez nikarim ji vir derbikevim û wê înfaza min bişewite ne."

'ÊŞKENCE BI RÊK Û PÊK TÊ KIRIN Û PIR BERBELAV E'

Tiştê balkêş û seyr ew e ku yên ketina hewila xwekuştina bi komî dibêjin, ku ew Ferhan Yılmaz nas nakin. Rêveberiya girtîgehê ji bo Ferhan Yilmaz gotibû ku bi krîza dil miriye, lê piştre eşkere bûbû ku êşkence lê hatiye kirin.

Parêzer Gezer got ku ev yek nîşaneya êşkenceya sîstematîk e û ji qasê tê payîn bêhtir e: "Haya hevalên me li Sîlîvriyê bi wan re hevdîtin kir ji Ferhan Yılmaz nîn e. Haya wan jê nîn e girtiyekî wiha heye û xwe kuştiye. Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku rewşeke wiha bi pirsgirêk ne bi tenê li wir lê li derên din jî heye. Dibe ku li qawîşên din ên em nizanin jî gelek bûyer diqewimin."

BENEKÎ QEDEXE HEYE 

Girtî li dijê tundûtûjiya rû bi rû dimînin biryara kuştina xwe didin. Lê tevî ku xistina girtîgehê ya benikê pêlava sporê jî qedexe ye parêzer Gezer dibêje ku, di stûyê Halil Kasan û Ferhan Yılmaz de şaneyên benikan hatine dîtin. 

BEN Û JILÊTÊ DIŞÎNIN JI HALÎL KASAN RE 

Parêzer Rezan diyar kir ku ne diyar e yên di girtîgehê de çawa van dermanên zor peyda dibin peyda dikin û wiha got: "Ji me re gotin ku hingê ew derman bi destên wan ketine. Lê ev derman dermanên gurçikan ên bi zorê bi dest dikevin, antîbiyotikên giran û êşkuj in. 

Jixwe pirsgirêkên derûnî yên Halîl Kasan hebûne. Berê jî ketiye hewila xwekuştinê. Haya rêvebiriyê jî jê heye. Û bi taybetî li ser vê yekê dilîzin. Ji cihê Halîl Kasan lê ye re jîlêtê dişînin. Ben ya jî benikên pêlavan dişînin. A rast mirov vê yekê dibe ku wek kişkişandina ber bi xwekuştinê ve şîrove bike. 

HATIN MIŞEXTKIRIN

Parêzer Rezan Gezer da zanîn ku piştî qewimîna bûyerê girtiyên li wir hatine mişextkirin, hinekan ev yek nexwestiye û hew ji ber zext û zordariyê îdare kiriye: "Me yê nêzîkê bi 7 kesan re hevdîtin bikirana. Lê tev hatin sewqkirin. Me karî bi girtiyek û du hikumxwaran re hevdîtinan bikin. Hin ji wan şandine Duzce, Îzmîr û Karabukê. Bi ya me; ku di medyayê de zêde xuya dibe, ji bo vê xuyabûnê kêm bikin wisa dikin. Tiştê em jê fam dikin ev e. Lê girtiyan jî dixwest biçin. Girtiyekî min pê re hevdîtin kir bi taybetî dixwest biçe. Digot: 'Divê ez meha Tebaxê derbiketima lê hew li vir îdare dikim, ya ew ê min sewq bikin ya jî ez ê xwe li vir bikujim'."

BIMIRE HAYA KESÊ/Î WÊ JÊ ÇÊNEBE

Parêzer Gezer got, ku li girtîgeha dawî ya ku ew çûye de zext û zordarî berpêyî girtiyên edlî zêde bûye û ev tişt dan xuya kirin: "Di çend girtîgehên ez çûm de mixabin li dijê girtiyên edlî zext her ku diçe zêde dibe. Li Girtîgeha Bakırkoyê ya Jinan a ez herî dawî çûm jî li ser girtiyên edlî dest bi zext û pêkûtiyan bûbû. Çimkî tiştên ku nikarin bi girtiyên siyasî bikin, pir bi rehetî bi yên edlî dikin. Mînaka herî berbiçav ev e. Û hinek girtiyên edlî  bi tenê jî dihên hiştin.

Bo mînak; girtiyeke hevalekî/e me ya ji heyetê pê re hevdîtin kiriye di wargeha kesên bêkes de mezin bûye, tu kesê wê nîn e. Bi salan e di girtîgehê de ye. Kesê pê re têkiliyê daînê nîn e. Ji wê boneyê ji aliyê teşwîq kirina xwe kuştinê keseke guncav e. Bimirê wê haya kesê jê nîn be."