ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Nûnerên saziyên Kurdan ên li Elmanyayê ragihandin ku di kampanya îmzeyan de ya ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'terorê' ew hînê negihîştine armanca xwe û gotin, rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê rojeva wan a bingehîn be.

- Şevket Henan qala keça xwe Rûxweş kir ku bi destê PDK'ê şehîd hate xistin û got, "Yên ku êşên bi vî rengî li me der kirin, yên ku hebûna xwe di hebûna dewleta Tirk de dibînin gelo ji bo Kurdan dikarin çi bikin?"

- Gelek kesên ku ji herêmên dagirkirî reviyan, ji aliyê meclîsa Leşkerî ya Girê Spî û hêzên asayîşê ve li herêmên ewle hatin bicihkirin. Malbatan diyar kirin ku du sal in zext, tundî û birçîbûn li wan dihate ferzkirin.

- Endama Komeleya 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Tûana Gençer diyar kir ku doza girtinê ya li komeleya wan hatiye vekirin wê nikaribe pêşî li têkoşîna wan bigire û got, "Tevgera jinê êdî gelekî xurt e."

- Gerîlaya YJA Starê Zarîn Amed ku sal a2014'an bi hawara Kobanê ve beziya, di roja 25'an a berxwedana Kobanê de bi giranî birîndar bû. Zarîn piştî 3 mehan çavên xwe vekir û xwe ji nû ve li jiyanê girt. Niha li her derê ji hevrêyên xwe re çavkaniya moralê ye.