Mayîna di nezaretê de ya 48 kesên hatibûn destgîrkirin hate dirêjkirin
48 kesên ku bi îddîaya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hatibûn destgîrkirin, wê 4 rojên din jî di nezaretê de bimînin.
48 kesên ku bi îddîaya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hatibûn destgîrkirin, wê 4 rojên din jî di nezaretê de bimînin.
Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin di 12’ê Nîsanê de li Amed, Wan, Edene, Stenbol û Rihayê bi giştî li 13 bajaran biryara destgîrkirina 91 kesan hatibû dayîn û ji nav 91 kesan 48 kes hatibûn destgîrkirin.
48 kesên hatine destgîrkirin, 4 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ne. Di destê sibehê de hate xwestin ev kesên hatine destgîrkirin, destê wan ji paş ve were kelepçekirin û wisa sewqî dozgeriyê werin kirin. Piştî îtîrazan destê van kesan bi awayekî normal hate kelepçekirin û ev kes sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê xwest mayîna di nezaretê de ya van kesan were dirêjkirin û Hakimtiya Cezayê Sulhê biryar da ev kesên hatine destgîrkirin 4 rojên din jî di nezaretê de bimînin. Piştî biryarê 48 kesên hatibûn destgîrkirin, birin emniyetê.
EV KES HATIBÛN DESTGÎRKIRIN
“Zeki Çelik, Mehmet Akin, Hafize Îpek, Gulum Bayram, Mehmet Koyuncu, Burhanettin Beduş, Metin Kilavuz, Fazil Turk, Selami Turhan, Hasan Ugur Çat, Ulfiye Ozcan, Osman Kaya, Navaf Ok, Huseyin Daş, Fecri Tayfur, Sevim Soylu, Mehmet Mustafa Bilgiç, Şefik Ozbey, Necmettin Aslan, Mehmet Sarih Zumrut, Eyuphan Ocal, Erdal Avci, Sonay Avci, Fesih Yalçin, Halis Bilen, Atalay Bayrak, Hakim Guneş, Suphi Guneş, Umit Guneş, Nizamettin Onar, Mustafa Demir, Nihat Salmiş, Nihat Gezici, Murat Kaçar, Halil Aslanli,Huseyin Vural, Berat Anli, Abdullah Bozkoyunlu, Kemal Unver, Seydoş Daniş, Gulşen Duran, Zana Doner, Selçuk Tazgel, Rasim Çelik, Ayşe Kaçar, Murat Demirkiran, Îlyas Tekin.”