HDP: Qirkirina siyasî wê desthilatdariyê biqedîne

HDP’ê bal kişand ser kirinên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê û got “Hemû kelehên di destê desthilatdariyê qediyan, wê teqez dawiya vê desthilatdariyê jî were.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Di 14’ê Nîsana 2009’an de bi navê operasyonên KCK’ê êrişên qirkirina siyasî hatibû destpêkirin. Îro jî nav û teşe guherîbin jî bi feraseta kûmpas û darbekar didome. Di salvegera operasyonên KCK’ê de li hemberî partiya me û siyaseta demokrataîk bi navê ‘Operasyonên Kobanê’ êriş tên kirin, ev jî nîşana bêçaretî û tirsonektiya desthilatdariyê ye.

FERASETA QIRKER DIDOME

Di sala 2009’an de siyaseta demokratîk gotibû ‘Em ê xwe jî bajarê xwe jî bi rê ve bibin’ û di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xistibû. Li hemberî vê serkeftinê bi operasyonên KCK’ê deh hezar siyasetmedarên Kurd, çalakger, rojnameger û nûnerên rêxistinên civakî hatibûn girtin. Ev dozên qirkirinê piştre xistibûn stûyê Cemaaetê lê îro jî desthilatdariya AKP’ê dest daniye ser darazê û vî tiştî bi heman şêweyî didomîne. Siyaseta demokratîk diyar kiribû ku ev operasyon ji aliyê torên sûc ên ketine nav dewletê û bi piştgiriya desthilatdariya AKP’ê hatiye kirin. Heke li ser van hişyariyan bihata sekinandin vê maliyeta wê ya ji bo Tirkiyeyê jî evqasî ne giran bûye. Bi şirîkatiya sûc a AKP û Cemaaetê re bi dehan mirovan di hewldana darbeyê de jiyana xwe ji dest dan, pergala Rewşa Awarte bi sed hezaran mirov mexdûr kir û rejîma yekzilam a ku Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê bir.

Îro jî bi heman feraset û mantiqê bi heman referansên şirîkatiya sûc ev tişt di dozên Kobanê û operasyonan de tê kirin. Duh desthilatdariyê ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk dema êriş dabû destpêkirin şirîkê wê Cemaaet bû, îro jî şirîkên wan MHP e, mafya ye û hemû hêmanên dewletê ne. 

Ligel hemû berdêlên giran siyaseta demokratîk geş dibe û rêya xwe didomîne, li hemberî êrişên tasfiyekirinê, qeyyûm û dozên kûmpasê hevsengên siyasî diyar dike. Desthilatdarî ya ku hewl dide rêveberiyên xweser ên azad û xweser tasfiye bike jî hemû kelehên di destê xwe de winda kir û ew êrişên dawîn ên kûmpasê wê dawiya desthilatdariyê bîne. Ne operasyonên KCK’ê û ne jî dozên Kobanê wê nikaribe me bide sekinandin. Em ê rêya xwe bidomînin. Bi vê wesîleyê em hemû siyasetmedar, endam û rêveberên partiya xwe û gelê xwe silav dikin. Helwesta wan rûmeta me ye.”