Girtiyê nexweş ê heftê salî Harmanci, nikare li xwe binihêre

Abdûlbakî Harmanci yê 70 salî ku girtiyekî siyasî yê nexweş e û li Girtîgeha H ya Erziromê girtî ye, ji ber nexweşiyên xwe bûye ku êdî nikare li xwe binihêre.

Dadgeha Cezayên Giran a 1'emîn a Çewlikê, sala 2014'an li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê bi îdîaya "endametê rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Abdûlbakî Harmanci birî bû.

Piştî ku Dadgeha Bilind ceza erê kir, Harmanci 25'ê Nîsana 2021'ê hate girtin û piştî ku bi demekê di Girtîgeha Mûşê de ma; 20'ê Adarê sewqê Girtîgeha H ya Girtî ya Erziromê hate kirin.

Nexweşiyên giran ên Harmanciyê 70 salî hene. Hem ji ber temenê ku kiriye hem jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bûye ku êdî nikare li xwe binihêre. 

Kurê wî Ferît Harmanci diyar kir, ku bavê wî bi îfadeya şahidekî/e veşarî hatiye mehkûmkirin û wiha got: "Bavê min, piştî ku Dadgeha Bilind ji cezayê wî re got erê, hate girtin. Bavê min çendeyek berê di girtîgehê de ji nişkan ve nexweş ket, ji wê bijîşkên Nexweşxaneya Mûşê ya Dewletê ew sewqê Saziya Tibê ya Edlî ya Stenbolê kir. Bi piştre tu tişt nehat kirin ji bo bavê min. Bêyî kirina tu vekolîn li ser bavê min li Saziyê Tibê ya Edlî, rapora 'dikare di girtîgehê bimîne' dan û bi rê kirin."

Harmanci pirsgirêkên tenduristiyê yên bavê wiha rêz bi rêz kirin: "Bavê min bypass bûye. Ji çavekî xwe bûye. Lingê wî yê çepê bi varîs e, baş nabihîze. Bêhna wî xweş naçe û nayê. Ne mimkûn e mirovekî 70 salî bimîne di girtîgehê de. Yekî ku ewqas nexweşiyên xwe hene çawa di girtîgehê dihêlin û Saziya Tiba Edlî çawa rapora 'Dikare di girtîgehê de bimîne' dide? Daxwaza me ew e ku cezayê hepsê yê mayîna di malê de bidin."