ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir k zindan veguherîne mekanên tecrîd, êşkence û mirinê û got: Girtî afirîner û mîratgirên xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ne.
-Parêzer Yûnûs Emre Şahan diyar kir ku mafê girtiyan ê xwe gihandina tenduristiyê bi rengekî siyasî tê astengkirin û got, "Ev astengî dibin sedema mirinê."
-Gerîlayên herêma Zagrosê diyar kirin ku artêşa Tirk ya ev saleke êrişên dagirkeriyê didomîne li berxwedanê qelibiye û ya xwestî bi dest nexistiye. Gerîlayan diyar kirin ew ê esasgirtina xeta berxwedan û zaferê bidomînin.
-Birayê gerîla Berbang diyar kir “PDK îxanetê li Kurdistanê dike. Lê divê neyê jibîrkirin wê ev gel stûyê xwe li ber wan xwar neke. Wê hesab bidin gel.”
-Alîkarê Hevserokatiya HDP’ê Umît Dede diyar kir wan parêznameya li hemberî girtina HDP’ê amade kirine û wê di 21’ê Nîsanê e pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê bikin.
-Hevseroka TÛHAY-DER’ê ya Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku pêla êrişa li ser girtîgehan li hemberî îradeya gel a di 8’ê Adarê û Newrozê ye û bal kişand ser vî tiştî ku berpirsê mirinan dewleta Tirk e.