ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ku ew bi biryar in, Sala 50'emîn a PKK'ê bikin sala serketinê û got, "Sala 2022'an hêzên me yên gerîla li çiyê, bajar, deştê, havîn, zivistanê bi rengê kûantûmîk li ber xwe bidin."

- Xelîl Ebdûrrehman ku birayê wî Mêrxas di êrişa PDK'ê de şehîd bû, wiha axivî, "Yên bi vî rengî ne Kurd in. Kurd jî bin bi dijmin re dixebitin, xayin in." Xelîl Ebûrrehman bang li her kesî kir ku li ber xiyanetê rabin.

- Endamê Komîteya Têkiliyên Gel a Mexmûrê Saît Çomlek got, bi zexta PDK û dewleta Tirk, Iraq jî zexteke giran li xelkê Mexmûrê dike.

- Dozgerê Komarê yê Mûşê Serhat Çaylak ji roja ku dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve bi nêzîkatiyên MHP'ê balê dikişîne ser xwe. Dozgerê ku wêneyê ji nîşaneya MHP'ê bi odeya xwe ve kiriye, daxuyaniya têkildarî Ekîn Wan jî sûc hesiband.

- Xwişka 4 şehîdan Sêwan Kakemend bang li her kesî kir ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê tevlî kampanya 'Edalet ji bo Kurdan' bibin.