Nobeta Edaletê: Girtîgeh kirine malên mirinê!
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan didome. Di axaftinên li wir hatin kirin de hate gotin ku girtîgeh weguherîne malên mirinê.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan didome. Di axaftinên li wir hatin kirin de hate gotin ku girtîgeh weguherîne malên mirinê.
Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, roja 46'an a Nobeta Edaletê li Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê girtin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê yên berê Besriye Tekgur û Kadîr Baydûr serdana malbatan kirin. Di serdanê de hat destnîşankirin ku divê dawî li zext û mirinê yên li girtîgehan rû didin bê.
Besriye Tekgur, destnîşan kir ku di dema desthilata AKP-MHP'ê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûne û ev tenê ne meseleya xizmên girtiyan e û got: "Em di vê têkoşîna we de li cem we ne û em ê bibin dengê girtiyan." Kadîr Baydûr jî ragihad ku girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin û demildest divê bên berdan.
Hevserokê OHD a Şaxa Îzmîrê Welat Zeren jî got: "Çalakiya dayikan ji bo me pir hêja ye. Em piştgiriya vê çalakiyê dikin. Em parêzer dibin şahidên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Em dibînin ku di demên dawî de girtîgeh bûne mirinxane. ATK, bi awayekî yekalî, li teref desthilata siyasî tevdigere. Demildest divê dest ji van pêkanînan bê berdan. Em OHD em ê têkoşîna xwe ya di warê hiqûqê de bidomînin û em ê tim li cem dayikan bin."