Doz li sê rêvebirên DÎAYDER’ê hat vekirin
Serokê DÎYADER’ê Ekrem Baran jî di nav de, di derbarê sê endamên Komeleya Alikarî û Piştevaniyê ya Alimên Dînî (DÎAYDER)’ê de doz hat vekirin.
Serokê DÎYADER’ê Ekrem Baran jî di nav de, di derbarê sê endamên Komeleya Alikarî û Piştevaniyê ya Alimên Dînî (DÎAYDER)’ê de doz hat vekirin.
Serdozgêriya Komarê ya Bakirkoyê, bi îdiaya ‘’Erk ji bo xerabiyê bikar aniye’’ doz li Serokê DÎYADER’ê Ekrem Baran ku dîl tê girtin, hesabdar Riza Ogûr û serokê berê yê DÎAYDER’ê Mehmet Şimşek vekir.
Di îdiananameya hat amade kirin de hat îfadekirin ku qeydên divê di lênûska tomarkirina belgeyan û ya hesabê birêvebirinê yên 22’yê Gulana 2009’an a DÎAYDER’ê de bihatibana tomarkirin, nehatine kirin.
Di îdianameyê de hat destnîşan kirin ku di rapora ketiye nav dosyeya lêpirsînê de, belgeyên komeleyê kêm in, pereyên hatine bexşandin ne di qaseya komeleyê de ne, di derbarê ku li kû hatiye xerc kirin de tu belge nehatine dîtin. Di îdianameyê de tê diyarkirin ku li dijî Zagonên Komeleyan tevgeriyane û ‘’Erk ji bo xerabiyê bikar aniye’’ ji lewma daxwaz hatiye kirin ku ji bo her yek ji Serokê Komeleyê Ekrem Baran, Serokê Komeleyê yê bere Mehmet Şîmşek û hesabdar Riza Ogûr ji salekê heta bi 7 salan ceza bê dayin.