Cenazeyê girtiyê siyasî Sevînç ê hat qetilkirin spartin axê

Cenazeyên girtiyê siyasî Mehmet Sevînç ê di girtîgehê de hat qetilkirin, tevî hemû astengiyên polîsan hat veşartin.

Girtiyê siyasî Mehmet Sevînç (63) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, di 3’yê nîsanê de bi rengekî guman xwîn rijiya ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Sevînç, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sevînç îro li Goristana Balçik a navçeya Gebze ya Kocaeliyê hate definkirin. Di merasîma cenazeyê Sevînç de rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Darica, Gebze, Tuzla, Çayirova, Kartal û Pendîkê, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û gelek welatî amade bûn.

POLÎSAN VEŞARTINA CENAZEYÊ JÎ ASTENG KIR

Beriya definkirina cenazeyê Sevînç, polîsan gelek astengî derxistin. Polîsan nehêlan ku cenazeyê Sevînç li Goristana Nene Hatun a li Daricayê bê definkirin. Polîsan îdia kir ku wê ziyan bigihije darên li goristanê û xwestin ku cenaze li Goristana Balçikê bê definkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze birin Goristana Balçikê.

Beriya anîna cenazeyê Sevînç, polîsan goristan dorpêç kirin, nehiştin rojnameger bikevin goristanê û dîmenan bikêşin.

Tevî astengkirinan jî cenazeyê Sevînç bi girseyî û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” hate definkirin.

Malbata Sevînç şîna xwe li Taxa Pîrî Reîs danîn.