ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Gerîlayê HPG'ê Celal Fedakar ku di roja 72'an a berxwedana Werxelê de fikrê xwe yê li ser şer ji kamera re vegot, ev peyam da: "Dagirker nikarin têkevin tunelan, lewma jî gelekî gazê bi kar tînin. Em hevalên ji çar parçeyên Kurdistanê ji dil û can silav dikin. Em bi ser dikevin, serketin ji xwe ya me ye."
- Serçeteyekî DAÎŞ'ê yê ji êrişa li Hesekê berpirsyar mikur hat ku êriş Nîsana 2021'ê kete dewrê, 8 mehan wan li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin civîn kirin û payebilindên saziyên Tirk di nava vî karî de cih girtin.
- Finyal Ehmed ku ji ber xiyaneta PDK'ê birayê wê şehîd bû, bang li gelên Kurdistanê kir, "Dem hatiye ku hesab ji wan kesan bê pirsîn, ku 30 sal in bi dijmin re bûne yek û xiyanetê li Kurd û Kurdîtiyê dikin."
- Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di rewşeke wiha de girîngiya HPC'ê zêde dibe û jin jî di nav de bi erkeke girîng radibin. Endama HPC'ê Semîra Şukrî bang li dayikan kir, "Eger em îro karibin mal û taxa xwe biparêzin, em ê karibin xaka xwe jî biparêzin."
- Li gorî Telegragphê, şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê ku nêzî Barzaniyan têne dîtin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamenterekî.
- Ji bo Girtîgeha Tîpa S a yek kesî ku hikumeta AKP'ê beriya niha bi demekê xiste meriyetê, li Erzîromê 2 girtîgehên cuda têne çêkirin. Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babûr got, plan dikin ku 2 hezar girtiyên Kurd li vê derê kom bikin.
- Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû li ser zilma ku li cenazeyê girtiyê siyasî Mehmet Sevînç hate kirin, anî ziman ku êdî wateya gotinê nemaye û got, "Navê xwe Wezareta Edaletê ye, lê bûye wezareta herî zalim."