Di Nobeta Edaletê de qetilkirina Sevînc hat şermezarkirin

Di axaftinên ku di Nobeta Edaletê de hatin kirin de bal hat kişandin li ser qetilkirina girtiyê bi navê Mehmet Sevînç û hat gotin, “Helwesta li hemberî girtiyên nexweş siyasî ye.”

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin tê rêvebirin, di roja 41. de berdewam dike. Xizmên girtiyan li ber Baroya Îzmîrê çalakiya xwe lidar xistin. Malbatan li ber baroyê pankartên bi nivîsa "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" vekirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Riha û Çeşmeyê çûn serdana malbatan.

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Nûran Erkek di serdanê de axivî û got, "Nayê qebûlkirin ku zarokên me bi vî rengî bi awayekî hovane û bêhiqûqî di nava tecrîdê de bin. Zarokê her dayikê 20-30 sal in di girtîgehê de tên girtin. Dayik hesreta zarokên xwe bi hevdîtina mehê carekê an jî bi telefonê derbas dikin."

Erkek bal kişande ser mirina Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Akhîsarê hat qetilkirin û wiha got: "Mirina wî bi nakok e. Divê nakokiyên derbarê mirina wî de bên çareserkirin, guman bên ronîkirin. Em dixwazin edalet pêk were."

'HELWESTA LI HEMBER GIRTIYÊN NEXWEŞ SIYASÎ YE'

Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Çeşme Menekşe Ecer jî diyar kir ku dayik ji bo girtiyên nexweş bên berdan li edaletê digerin û ev yek gelekî watedar e. Ecer da zanîn ku ew bêhiqûqiya li ser girtiyên nexweş qebûl nakin û li cem dayikên xwe ne.

Ecer bal kişand ku ne pêşî û ne jî piştî mirina bi guman a Mehmet Sevînç ji malbata wî re agahî nehatiye dayin û got ku ti aliyekê vê yê mirovî nîne. Ecer ragihand, "Em dizanin ku helwesta li hemberî girtiyên nexweş siyasî ye. Ev jî bi êşkenceyê girtiyan di bin tecrîdê de hiştine. Divê girtiyên nexweş di zûtirîn demê de bên berdan û li cem malbatên xwe bên dermankirin. Divê dewlet dawî li vê bêhiqûqiyê bîne."