ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tunç Soyer û Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Aslanoglu hatin girtin
Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya hatin girtin. -
Li Eskîşehîrê bertek nîşan projeya madena zêr a siyanûrê hat dayin
Şîrketa girêdayî Cengiz Holding, Etî Bakir A.Ş., dixwaze li Eskîşehirê projeya madena zêr a siyanûrê pêk bîne, ji aliyê parêzvanên jîngehê ve hat protestokirin. -
Şaredarê Manavgatê Kaya hate binçavkirin
Şaredarê Manavgatê Niyazî Nefî Kaya di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariyê hatî destpêkirin de hate binçavkirin. Derbarê 35 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn. -
Girtiyê ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
Çetîn Arkaş ku 33 salan girtî ma û berdana wî 8 caran hate taloqkirin, piştî ku 2'ê Tîrmehê hate berdan li Amedê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. -
DEM Partî: Bi destê TUÎK'ê mafê kedkaran tê desteserkirin
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê nerazîbûneke tund nîşanî daneyên TUÎK'ê yên li ser enflasyona Hezîrana 2025'an da. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç, malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Li girtiyan mehek hevdîtin hate qedexekirin
Li girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a li Wanê mehek hevdîtin hate qedexekirin. -
Leyla Îmret têkildarî hevdîtinên li Elmanyayê axivî
Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret da zanîn ku rayedarên Elmanî ku hefteya borî bi wan re hevdîtinek pêk anî, gotine ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ger daxwaz çêbibe ew dikarin çavdêriyê bikin. -
ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DFG: Êrîşa li ser LeManê provaya komkujiyê ye
Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) derbarê êrîşa li ser kovara mîzahê LeMan û girtina xebatkarên wê de daxuyanî da û diyar kir ku êrîş "provaya ji bo komkujiyê" ye. -
Berdevka DEM Partiyê: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ev tişt anî ziman: "Em derbasî qonaxeke nû dibin. Di dema derbasbûna qonaxa nû de tiştên ku bi me re hatin parvekirin bi hin gavan re em ê hefteya pêşiya me şahidiya kêliyek dîrokî bikin." -
Merz bang li YE’yê kir ku ‘bi lez’ li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê îmze bike
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz şeş rojan beriya dîroka ji aliyê Donald Trump ve hatî diyarkirin daxuyaniyek da û bang li YE’yê kir ku li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê ya ‘’bi lez û hêsan’’ îmze bike û pêşanî da hin ‘’sektorên pir girîng.’’ -
Li Şirnex, Stenbol û Antalyayê şewata daristanan
Li çiyayê Cûdî yê Şirnexê, li Sûltangazî ya Stenbolê û Mûratpaşa ya Antalyayê agir bi qadê ket. -
Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Hîkmet Çetîn, çû serdana Selahattîn Demîrtaş, Selçûk Mizrakli û Ekrem Îmamoglu. -
DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' li hev civiya
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina rêveçûna 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' li hev kom bûn. -
DFG: Meha Hezîranê 16 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên rojnamevanan a Hezîrana 2025'an eşkere kir. -
Li Çeşmeyê agir vedimire, li Odemîşê 2 tax hatin veguhestin
Li navçeyên Çeşme û Odemîşê yên Îzmîrê ji ber şewatêg elek tax hatin valakirin. Li gel hewldaneke berfireh a destwerdanê jî şewat hîn nehatiye kontrolkirin. -
‘Gava li ser mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike’
Mûrat Aba diyar kir ku biryara binpêkirinê ya ku DMME’yê têkildarî Rêber Apo, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi cih nehate anîn û got, “Gava têkildarî mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoyê xurt bike. Naskirina mafê hêviyê, wê ji bo aştiya civakê bibe gaveke girîng.” -
ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû, hat berdan
Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû û 8 caran tehliyeya wî hatibû taloqkirin hat berdan. -
Di lêpirsîna kovara Lemanê de 4 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta karîkaturekî ku li kovara Leman de hate weşandin destpê kir, 4 kes hatin girtin. -
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li bajarên Aydin, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê şewat derketin. Xebatên ji bo vemirandina şewatan ji hewayî û bejahî ve dewam dikin. -
Li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendevên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, hat dayîn
Li Enqereyê li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendavên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, hat dayîn. -
Di lêpirsîna Kovara Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
4 kesên ku di lêpirsîna Kovara Lemanê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Şandeya Ewropî: Ocalan divê bêşert were berdan
Şandeya Ewropî ya ku di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de hate Stenbolê, daxuyaniyek da û xwest ku Rêber Apo û girtiyên din ên siyasî bêşert werin berdan.