DEM Partî amadekariyên mitînga girseyî ya li Stenbolê ya 1’ê Îlonê dike

DEM Partî amadekariyên mitînga mezin a 1’ê Îlonê ya li Stenbolê dike. Beriya mitîngê wê gelê Stenbolê bi wesayitên dengî li gel çalakiyên çand-hunerî û forûmên kolanan hem ji mitîngê re were vexwendin û hem jî wê hevdîtinên bi gel re werin lidarxistin.

AMADEKARIYÊN JI BO 1’Ê ÎLONÊ

Piştî banga Rêber Apo DEM Partiyê têkildarî vegotin û eşkerekirina pêvajoya nû civîn û çalak, dan destpêkirin û ew civîn û çalakî hatin temamkirin. DEM Partiyê li Bakur û Tirkiyeyê zêdetirî 2 hezar civîn lidar xistin û di serdema nû de jî xwe ji mitîng û hin çalakiyên cuda re amade dike.

Yekemîn mitînga Stenbolê jî wê di 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî de were lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan, têkildarî xebatên xwe yên mitînga berbehs ji ANF’ê re axivî.

‘EM Ê MITÎNGEKE MEZIN A TÊKILDARÎ DAXWAZ Û AŞITIYÊ LI DAR BIXIN’

Çinar Altan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tu sedemên taybet tune ne ku DEM Partiyê heya niha mitîng li dar nexistiye û anî ziman ku bi taybetî ji ber rewşên di paşerojê de li gel gelê Kurd nêzîkatiya ‘li bendê bimîne û bibîne’ heye û ev yek anîn ziman:

‘’Ne ku tercîheke taybet e ku DEM Partiyê heya niha mitîng li dar nexistiye. Me hemû xebatên xwe di çarçoveya pêşketina pêvajoyê de kirin. Divê em vê yekê bi awayekî zelalî eşkere bikin: girseya DEM Partiyê di hemû têkoşîna xwe ya 10 salên dawîn de rastî zexteke mezin hatiye û bedêlên mezin dane. Ji ber wê yekê jî girseya me pozîsyona xwe ya ‘li bendê bimîne û bibîne’ diparêze. Ev yek jî rewşeke normal e.

Her wiha bîreke bi vî rengî jî heye: Dema emli pêvajoyên beriya niha dinêrin, neserkeftîbûna wan bes ne ji bo DEM Partiyê di serî de gelê Kurd ji hemû şoreşger û bindestan re bûn sedema dayîna bedêlên mezin. Ev bîr hê jî zindî ye. Lê belê em li gel vê yekê dûr nakevin; me yek bi yek nîqaşên van yekan kiriye. Dibe ku destkeftiya herî mezin a ji civînên bi gel re ev bû. Mitîngeke daxwazên xwe bi awayekî baş formule dike wê watedartir be.’’

‘EM Ê BI WESAYITÊN AŞITIYÊ, FORÛMÊN KOLANAN Û ÇALAKIYÊN HUNERÎ XWE JI 1’Ê ÎLONÊ RE AMADE BIKIN’

Altan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wê yekem mitînga mezin a têkildarî pêvajoyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî were lidarxistin û got: ‘’Ez di wê baweriyê de me ku me yekem qonaxa fêmkirina naveroka pêvajoyê temam kiriye. Weke Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li pêşiya me serdemeke girîng û dîrokî heye. Ew jî 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî ye. Ev yek ne mitîng û pîrozbahiyek e ku her sal xwe dubare dike; momenteke dîrokî ye têkildarî pêşketina pêvajoyê xwe awayê şênber û bi heybet nîşan bide. Wê wesayîtên me li hemû navçeyên Stenbolê bigerin. Em ê li her derê bi gel re hevdîtinan pêk bînin. Her wiha em ê van xebatan bi çalakiyên çand û hunerî jî tacîdar bikin. Em ê van çalakiyan herî kêm li şeş deveran pêk bînin.’’

‘ARMANCA ME EW E KU HEMÛ KES BEŞDARÎ MITÎNGÊ BIBE XWEDÎ LI AŞITIYÊ DERKEVE’

Altan anî ziman ku jixwe girseya DEM Partiyê xwedî li pêvajoyê derdike û diyar kir ku divê hemû kesên din jî xwedî li pêvajoyê derkevin û ew ê di xebatên 1’ê Îlonê de balê bikşînin ser wan yekan û ji bo beşdarbûna wan kesan xebatan pêk bînin û got: ‘’Gelekî girîng e ku en yêkê pêk bînin: Erê, girseya DEM Partiyê xwedî li vê pêvajoyê derdikeve; lê belê bi nimûne kedkarekî Tirk dema ku tê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî û di nava nakokiyên xwe yên çînî de formule bike ku aşitî tê çi wateyê ev yek ji bo me serkeftineke mezin e. Em ê di van platformên gerok de van yekan pêk bînin. Wê 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî hem bibe çalakiyeke ku hemû dînamîkên civakî beşdar bibin hem jî di xebatên me yên beriya wê de wê hevdîtinên 1’ê Îlonê yên derfeta ku bikarin daxwazên xwe formule bikin, wan nîqaş bikin û nîşan bidin, ava bibe. Em ê vê yekê bi vî rengî formule bikin û dixwazin di 1’ê Îlonê de bi awayekî heybet nîşan bidin.’’

Çinar Altan diyar kir ku têkoşîneke civakî ya piştî mitîngeke girseyî, ji bo xebatên komîsyona hatiye avakirin jî gelekî girîng e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ev yek gelekî girîng e, ji ber ku weke tê zanîn komîsyonek hate avakirin û di heman demê de ev pêvajo bi xwe di navbera Îmralî û dewletê de berdewam dike. Ji bo avakirina zemîna vê yekê ya hiqûqî û siyasî komîsyon hate avakirin; nûner hene. Lê belê civakîbûna aşitiyê ne tişteke wiha ye yan jî bes ji vê yekê pêk nayê. Ger îro hemû beşên civakê yên civakî bikarin vê yekê nîşan bidin; Di 1’ê Îlonê de bi sed hezaran kes were û hemû aliyên aşitiyê formule bike û bi awayekî girseyî bikare vê yekê nîşan bide wê demê zexta li ser hemû saziyên yasayî wê nîşanî me bide ku kirdeyeke ku wê beralî dike, derketiye holê. Helbet ev yek wê bes ji 1’ê Îlonê sînordar nebe. Wê bi moral û motîvasyona ku ji vir hatiye standin berê xwe bide nava beşên din ên civakê.’’