Karmendan li hemberî pêşniyara zemê ya kêm dev ji kar berda

Di hevdîtinên hikûmeta AKP’ê yên têkildarî Peymamên Kar ên Komî de ji karmend û teqawidan re ji bo sala 2026’an ji sedî 10+6, ji bo sala 2027’an jî ji sedî 4+4 pêşniyara zemê hate kirin û ev yek ji aliyê kedkaran ve bû sedema nîşandana nerazîbûnan.

Li ser redkirina teklîfa duyemîn ku dihat xwestin mehê 1000 TL li mûçeya mehane were zêdekirin, sendîkayan li gelek bajaran çalakiya neçûna kar ya rojekê pêk anîn.

Di çalakiyên pêşengtiya KESK’ê û gelek konfederasyon beşdar bûn de peyama; ‘’En hevdîtinan nakin, em ê têbikoşin’’ hate dayîn.

Karmendên ku li Enqereyê ber bi Wezareta Kar û Xebatê ve meşiyan, dirûşmeyên; ‘’Peymana bi komî ya bigrev’’ û ‘’Em ê bi yekbûnê ser bikevin’’ berz kirin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak diyar kir ku hikûmet ‘’xizanî û bêtemînatbûnê’’ li milyonan kedkaran ferz dike û ji bo bazirganiyeke rastîn a komî û jiyaneke mirovane banga mezinkirina têkoşînê kir.

Li Amed, Êlih, Dêrsim û Îzmirê jî meşên girseyî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

Di çalakiyan de gelek caran dirûşmeyên; ‘’Em zema xizaniyê naxwazin’’, ‘’AKP zema xwe bike nava çavê xwe’’ û ‘’Em ê bi têkoşînê ser bikevin’’ hatin berzkirin.

Li Îzmîrê rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û EMEP’ê jî piştgirî dan karmendan.