Li Mêrdînê sê şehîd hatin bîranîn

Li Mêrdînê Metîn Arslan, Nureddîn Sofî û Abdulbakî Babur hatin bîranîn k udi salên 2019 û 2021’an de şehîd bûn.

Merasîma bîranînê ji aliyê MEBYA-DER ve hate organîzekirin

Di merasîma li avahiya komeleyê hatî lidarxistin de, endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Urfa), yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nureddîn Sofî û gerîlayê HPG’ê Abdulbakî Babur (Bextiyar Gabar) hatin bîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Salih Kuday axivî, diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de keda her sê şehîdan pir e û soz da ku ew ê têkoşîna wan mezin bikin.

Bîranîn bi temaşekirina sînevîzyona li ser jiyana şehîdan, dewam kir.