Girtiyê ku piştî 32 salan hat berdan, bi coş hat pêşwazîkirin
Lokman Gul ê ku piştî 32 salan ji Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hate berdan, li Edeneyê bi meşale, kulîlk û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.
Lokman Gul ê ku piştî 32 salan ji Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hate berdan, li Edeneyê bi meşale, kulîlk û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.
Lokman Gul ê ku di sala 1993’an de li Edeneyê bi îdiaya “xirakirina yekîtiya dewletê” hate girtin û cezayê muebedê lê hat birîn, ji Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hate berdan.
Gul piştî berdanê hat mala malbata xwe ya li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhan a Edeneyê û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin.
Di merasîma pêşwazîkirinê de rêveberên Komaleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine ya Akdenîzê (AKKAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn.
Gul, ji aliyê xizm û nasên xwe ve bi meşale û kulîlkan hate pêşwazîkirin.