Komîsyon wê li Dayikên Şemiyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl guhdarî bike

'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclîsê hatiye avakirin, wê di 19-20'ê Tebaxê de civîna xwe ya çaremîn lidar bixe.

Komîsyon wê di rûniştinên vê civînê de li nûnerên saziyên fermî, li nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û malbatên ku xizmên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, guhdarî bike.

Civîn wê saet di 14:00 de bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş destpê bike.

Di civîna 19'ê Tebaxê ya komîsyonê de Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Mahînûr Ozdemîr Goktaş wê pêşkêşiyekê bike.

Di rûniştina destpêkê de wê li nûnerên wan weqf û komeleyan bê guhdarîkirin ku têkildarî malbatên hêzên dewleta Tirk ên mirine û birîndar bûne, kar dimeşînin.

Di rûniştina duyemîn de jî wê li wan malbatan bê guhdarîkirin ku bi hewldanên Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylû li ber Serokatiya Bajarê Amedê ya HDP'ê çalakiya rûniştinê kirin.

Di rûniştina destpêkê ya 20'ê Tebaxê de jî wê Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ji komîsyonê re biaxivin. Di rûniştina duyemîn de wê komîsyon li nûnerên ÎHH, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), MAZLÛMDER û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî guhdarî bike.