Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ava bû, wê vê hefteyê li xizmên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan û xizmên xwe winda kirin, guhdarî bike.

Rûniştina destpêkê ya civîna îro ya komîsyonê wê saet di 14:00 de bi pêşkêşiya Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Mahînûr Ozdemîr Goktaş destpê bike.

Piştre wê li nûnerên wan weqf û komeleyan bê guhdarîkirin ku têkildarî malbatên hêzên dewleta Tirk ên mirine û birîndar bûne, kar dimeşînin.

Di rûniştina duyemîn de jî wê li wan malbatan bê guhdarîkirin ku bi hewldanên Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylû li ber Serokatiya Bajarê Amedê ya HDP'ê çalakiya rûniştinê kirin.

Di rûniştina destpêkê ya 20'ê Tebaxê de jî wê Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ji komîsyonê re biaxivin. Di rûniştina duyemîn de wê komîsyon li nûnerên ÎHH, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), MAZLÛMDER û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî guhdarî bike.

Civîn wê bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş pêk were.