Şaredarê Beyoglûyê û 16 kes hatin girtin
Di lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de şaredarê Beyoglûyê Înan Guney û 16 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Di lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de şaredarê Beyoglûyê Înan Guney û 16 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Şaredarê Beyoglûyê Înan Guney jî di nav de 17 kesên di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçavikrin, bi îdîaya 'Endametiya rêxistinê ya ji bo sûc' û 'Sextekariya ku zerar dane saziyên cemaweriyê' hatin girtin.
Midûrê Pênûsa Taybet ê Înan Guney Seyhan Ozcan, zavayê wan Îsmaîl Akkaya, ajokarê wî Denîz Golelî, ajokarê Îmamoglû Recep Cebecî û Îbrahîm Can Yaman û Mahîr Gun jî hatin girtin.
27 kes jî bi tedbîra kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.