Siyasetmedar Bazo Yilmaz li ser gora xwe hate bîranîn

Siyasetmedar Bazo Yilmaz ê ku 18’ê Tebaxa 2022’yan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê jiyana xwe ji dest da, di salvegera 3’yan a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya li Taxa Gogan a li navçeya Xelfetî ya Rihayê hat bîranîn.

Gelek endamên partiyan beşdarî bîranînê bûn, Dayikên Aştiyê gul danîn ser gora Yilmaz û dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di bîranînê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd alîgirê aştî û azadiyê ye.

Omer Ocalan got, “Hevalê me tevî nexweşiya xwe ya giran jî, bi salan nehat berdan. Em ê li ser rêya wan bimeşin. Em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.”

BAZO YILMAZ KÎ YE?

Hevşaredarê berê yê Goganê Bazo Yilmaz sala 2016’an di çarçoveya doza DTK’ê de hate girtin û sala 2018’an bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 9 salan cezayê hepsê lê hate birîn. Nexweşiya giran a KOAH bi Yilmaz re hebû. Tevî serlêdana ji bo berdanê jî, li girtîgehê hate hiştin û sala 2022’yan jiyana xwe ji dest da.