Tehliyeya Mervan Demîrtaş ê ku ev 31 sal in girtî ye hate astengkirin
Tehliyeya Mervan Demîrtaş ê ku ji sala 1994’an ve ye li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê gitî ye, careke din hate astengkirin.
Tehliyeya Mervan Demîrtaş ê ku ji sala 1994’an ve ye li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê gitî ye, careke din hate astengkirin.
Li şûna ku Demîrtaş di 8’ê Adara 2024’an de mafê xwe yê serbestberdana bi şert bi kar bîne û were berdan, cezayên wî yên dîsîplînê weke hincet hatin nîşandan û nehate tehliyekirin.
Li Mervan Demîrtaş bi hincetên kêfî yên weke ‘’berzkirina dirûşmeyan’’ û ‘’lêxistina derîyan’’ cezayê disîplînê hatine birîn. Her wiha girêdayî kiryareke pêk nehatî jî ceza li Demîrtaş hatiye birîn ku ev ceza jî ji bo tehliyeyê asteng e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Demîrtaş jîdi nav de girtiyan ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname şandine û diyar kirine ku ew ê ‘’çalakiya neçûna hevdîtina girtî’’ li dar bixin.
Lê belê çalakiya berbehs pêk nehatiye û hevdîtinên girtî bi awayekînormal hatine kirin. Tevî vê yekê jî daxwazname weke hincet hatine nîşandan û cezayê dîsîplînê hatiye birîn.