ROJANE
Hemû Nûçe
-
Daxuyaniya Erdogan a têkildarî pêvajoyê: Em amadekariya avêtina gaveke nû dikin
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di civîna bi boneya sala 24’emîn a avakirina partiya xwe de ragihand ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” wê bikeve qonaxekî nû. -
Li girtîgehan ava nepaqij: ÎHD'ê daxwaza lêpirsînê kir
Komîsyon Girtîgehan a Şaxê Êlihê ya ÎHD'ê diyar kir ku li girtîgehên li Êlihê av tê birîn, ava vexwarinê nepaqij e, lewma mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û daxwaza lêpirsînê kir. -
ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek bajaran şahî û meş hatin lidarxistin: Em ji piştgiriya pêvajoyê re amade ne
Di meş û şahiyên ku di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatine lidarxistin de, banga “Em amade ne ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û em hêvî dikin ku hikûmet jî ji vê yekê re amade be” hat kirin. -
Li dijî Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk hat
Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê duh şev di saet 01.30’an de li rastî êrîşa çekdarî hat. Di encamê de tu kes birîndar nebû lê belê 7 gule li tabelaya buroyê ketin. -
Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî
Endamên DEM Partiyê yên 'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' daxuyanî dan û gotin, "Her kesên ku di şer de xizmên wan jiyana xwe ji dest dan, mexdûr bûn û bandoreke neyînî li wan bû, wê li komîsyonê bêne guhdarîkirin." -
Kimran: Komîsyona ku li meclîsê ava bû qadeke nû ya têkoşînê ye
Namik Kimran komîsyona ku li meclîsê hate avakirin weke ‘qadeke têkoşînê’ pênase kir û got, bêyî tevgera kolanan û piştevaniya kedê wê pêvajoyê kêm bimîne, kombûna muxalefeta çep û demokratîk a li ser zemîneke hevpar wê mifteya aştiyê be. -
15’ê Tebaxê berxwedêriya serketî ya li zindanan gihand çiyê
15’ê Tebaxê li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê destpêka berxwedana neteweyî ya Kurd e. Zanyaran ji vê re gotin ‘fîşeka destpêkê’. -
ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyên 30 sal in girtî ne ji ber ferzkirina ‘poşmaniyê’ nayên berdan
Sureyya Bulut û Dîlek Oz ên ku 30 sal in girtîne û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên girtin diviyabû di 19’ê Tebaxê de bihatana berdan, bi hinceta “ji sûcên xwe poşman nebûne û ne amadene bikevin nava civakê” berdana wan hat paşxistin. -
Civîna komîsyonê wê di 19 û 20’ê Tebaxê de bên lidarxistin
Civîna komîsyona ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin bi dawî bû. Civîn wê hefteya bê du rojan bidome. -
Di civîna komîsyonê de daxwaza ‘guhdarkirina mexdûran' hate kirin
Endamê komîsyonê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku pirsgirêka Kurd dîrokî ye û divê kesên ku di pêvajoya pevçûnê de mexdûr bûne li Meclisê bên guhdarkirin. -
Kongra Star Fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anî
Kongra Star bi daxuyaniyekê Fermandar Nûriddîn Sofî bi bîr anî û got şehîd Nûreddîn pêşengê modelê netewa demokratîk û rêhevalê jina Azadiya bû. -
DEM Partiyê banga vesazkirina qanûnî li Meclîsê kir
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir rêya ku bi biryara Tevgera Azadiyê re hatiye vekirin, divê were nirxandin û ji bo mayîndekirina çareseriyê banga vesazkirina qanûnî kir. -
Yildiz ê MHP’î: Hiqûqa înfazê divê ji nû ve bê çêkirin
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz di axaftina xwe ya civîna komîsyonê de destnîşan kir ku qanûna înfazê ji bo her kesî wekhev nayê cîbicîkirin û got: “Heke em vê bi temamî sererast nekin dê nekarin ji nav derkevin.” -
HBDH: Sofî û Koçero wê li her eniyê û li her derê bên jiyîn
Komîteya Rêveber a HBDH'ê yek ji pêşengên Şoreşa Rojava fermandar Nûreddîn Sofî û endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û fermandarê gerîla Koçero Urfa yên ku ji aliyê HPG'ê ve şehadeta wan hatibûn ragihandin, bi bîr anî. -
CHP’ê ji komîsyona re “Paketa demokratîkbûnê” ya ji 29 xalan pêk tê pêşniyar kir
Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr di civîna sêyemîn a komîsyonê de “Paketa demokratîkbûnê” ya ji 29 xalan pêk tê pêşniyar kir. -
Kurtulmuş: Meseleya herî girîng sererastbûnên pêwîst pêk bên
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku meseleya herî girîng a komîsyonê ew e ku têkildarî pêvajoyê sererastkirin bike û li ser gavên demokratîkbûnê biaxive. -
MLKP/Kurdistan û TKP-ML du fermandar bi bîr anîn
MLKP/Kurdistan û TKP-ML ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî û endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK'ê Koçero Urfa bi bîr anîn. -
Komîsyon civîna xwe ya sêyemîn lidar dixe
'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' ku di çarçoveya pirsgirêka Kurd de li Meclîsê ava bû, civîna xwe ya sêyemîn lidar dixe. -
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava 12 rojan de 110 kes hatin darvekirin!
Li gorî kampanya 'Sêşema Na ji cezayê darvekirinê re' tenê vê mehê 110 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin darvekirin. -
DKP/BOG: Koçero Urfa û Nûreddîn Sofî nemir in
DKP/BOG'ê têkildarî şehadeta Koçero Urfa û Nûreddîn Sofî daxuyanî da û got, "Hevrê Koçero Urfa û Nûreddîn Sofî nirxên girîng ên têkoşîna şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê ye." -
Mûrat Mihçi: Divê komîsyon bi aliyan re hevdîtinê bike û çareseriyê biafirîne
Mûrat Mihçi yê ji DEM Partiyê ji bo rêveçûna pêvajoyê xwest, li nêrînên Rêber Apo û rêxistina wî bê guhdarîkirin û got, divê komîsyona bi van aliyan re hevdîtinê bike, çareseriyê biafirîne û nêrînên her derdorê nîqaş bike. -
Firat: Pirsgirêkên Elewî û Kurd divê li ser zemîna demokratîk bêne çareserkirin
Celal Firat anî ziman ku komîsyona nû ji bo çareseriya daxwazên welatîbûna wekhev a civaka Elewî firsendeke girîng e û got, “Polîtîkayên asîmîlasyonê divê bi dawî bibin. Pêvajo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Kurd û Elewî hêviyê diafirîne.” -
ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.