ROJANE
Hemû Nûçe
-
KCDK-E: Divê em li hemberî êrîşan bêdeng nemînin!
KCDK-E'yê êrişa dewleta Tirk a li Bendava Tişrînê şermezar kirin û ji bo xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê bang li Kurdistaniyan û dostan kir ku bi rengekî demokratîk helwesta xwe nîşan bidin. -
Li Mudanya bi pileya 3.4 erd hejiya
Li navçeya Mudanya ya Bursayê bi pileya 3.4 erd hejiya. -
Temellî: Şert e ku komîsyon bi rêk û pêk hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî destnîşan kir ku şert e Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî bi rêk û pêk hevdîtinê bi Rêber Apo re bike. -
Dadgeriya Îranê 3 Kurd ceza kir
Dadgeriya Îranê bi tometên cuda, sê welatiyên Rojhilatê Kurdistanê giştî bi 5 sal, 9 meh û rojekê cezayê girtîgehê mehkûm kir. -
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê vê hefteyê biçe hevdîtinê
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê di nava vê hefteyê de bi Rêber Apo re li Girava Îmraliyê hevdîtinê bike. -
Xizma girtî: Ji bo pêkhatina aştiyê divê dewlet jî gavê biavêje
Turkan Ildiz ku du kurên wê girtî, kurekî wê jî winda ye, anî ziman ku ew aştiyê dixwaze, lê belê ji bo vê divê dewlet jî gavê biavêje. -
‘Komîsyon divê li aktorên meseleyê hemûyan guhdarî bike’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ku tevlî civîna komîsyona li meclîsê bû, anî ziman ku li komîsyonê gelek kêmasî hene û di serî de Rêber Apo divê komîsyon li aktorên meseleyê hemûyan guhdarî bike. -
ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2025
Rojeva sereke ya Kurdistan û Cîhanê. -
Françoise Vergès: Divê teqez piştgiriya aşitiyê bê kirin
Siyasetzana femînîst, dîrokzan û çêkera fîlman Françoise Vergès, piştgirî da Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo. Vergès diyar kir ku Kurd û Tirk li ser qonaxeke dîrokî ne û got: “Divê teqez piştgiriya aşitiyê bê kirin.” -
Tuncer Bakirhan: Denbêjan destûr nedan ku bîra gelê Kurd tune bikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Stenbolê bi dengbêjan re civiya wiha got, “Dengbêj, ji bo gelê Kurd hunermend, civaknas û dîroknas in. Xwestin bîra gelê Kurd tune bikin lê dengbêjan destûr nedan.” -
Tulay Hatîmogûllari: Divê tavile bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk a li Edeneyê de destnîşan kir ku avakirina şert û mercên ku Rêber Apo bikaribe bi azad bixebite, şertê bingehîn ê pêvajoya aştiyê ye. -
Li Qahîreyê forûma azadiyê ji bo Rêber Apo hat lidarxistin
Li Qahîreyê forûma diyalogê ya bi sernavê “Edaleta nepêkhatî: Dadgeha Ewropî û Mafê Hêviyê yê Ocalan” roja Şemiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat lidar xistin. -
Turkan Elçî: Axaftina li ser siberojê têrê nake, em mecbûr in bi rabirdûyê re jî rû bi rû bibin!
Parlamentera CHP’ê Turkan Elçî, diyar kir ku aştî bi edaletê re pêkan e û got “Axaftina li ser siberojê têrê nake, em mecbûr in bi rabirdûyê re jî rû bi rû bibin.” -
Çîftyurek: Heta ku Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu, çareserî pêk nayê
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek helwesta zordar a dewleta Tirk a li ser QSD’ê rexne kir û got, “Heta ku Kurd nebin xwedî statu çareserî pêk nayê. Bêdengbûn wê gelê Rojava bixe nava xeteriyê.” -
‘Çareserî û demokrasî wê bi xwe re rêveberiya xwecihî ya xurt bîne’
Mûstafa Yildiz got, bi demokratîkbûna destûra bingehîn û qanûnan re eger şert û peymanên navneteweyî bi cih bêne anîn, wê çareserî û demokrasî, lewma rêveberiyên xwecihî yên xurt ava bibin. -
ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çêkirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê: Em qebûl nakin
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Enqereyê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bertek nîşanî çêkirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em vê lîstokê nas dikin û em ê qebûl nekin.” -
Mêtirsiya DAÎŞ’ê zêde dibe
Ofîsa Dijî Terorê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê dest danîne ser stokên çekên giran û piştî HTŞ hate desthilatdariyê bi berdana 500 milîtanan tevkariya ji nû ve rêxistinkirinê kirine. -
Çalakiya rûniştina F’yê di hefteya xwe ya 700’emîn de ye
Di çalakiyên li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê de ji girtiyên nexweş re azadî hat xwestin. -
Li Sindirgiyê bi mezinahiya 4.1 erd hejiya
Li navçeya Sindirgi ya Balikesîrê bi mezinahiya 4.1 erd hejiya. -
Aqûbeta Mehmet Ertak hate pirsîn
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn. -
Dayika Aştiyê: Êş vala nehatin kişandin, divê pêşî maf bên dayîn
Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen a ku du kur û hevserê wê şehîd bûne got, “Eger aştî wê pêk were divê ewil maf bê dayîn. Ev qas êş vala nehatin kişandin.” -
‘Gulistan rojnamevanek bû ku xwe fedayê gelê xwe kir’
Rojnamevan Nîhat Kaya rojnamevan Gulistan Tara ya ku 23’yê Tebaxa 2024’an hate qetilkirin, bi bîr anî û got, ew rojnamevanek bû ku xwe fedayê karê xwe û gelê xwe kir. -
'Divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin'
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin û got, divê di gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bên avêtin de astengkirina berdana girtiyan jî hebe. -
Tahmaz: Komîsyon fersendeke dîrokî pêşkêş dike
Serokê Weqfa Aşitiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku komîsyona di Meclîsê de hatiye avakirin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêya bêçek, bêşer û li ser bingeha hiqûqî fersendeke dîrokî pêşkêş dike.