Çêkirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê: Em qebûl nakin

Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Enqereyê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bertek nîşanî çêkirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em vê lîstokê nas dikin û em ê qebûl nekin.”

Walitiya Dêrsimê, li Çavkaniyên Munzûrê yê gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Pulur a Dersimê ku ji bo civaka Elewî cihekî pîroz tê dîtin, mescid ava kir. Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Enqereyê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Kolana Sakarya ya Enqereyê di daxuyaniyê de vekirina mescide protesto kirin.

Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mustafa Karabudak, di daxuyaniyê axivî. Karabudak, bal kişand ser giringiya Munzûrê û ev tişt got: “Îro li vî cihê pîroz mescid hatiye avakirin. Bêyî riza me ev yek hatiye kirin û baweriya me ya Rêya Heq Elewîtî tune hatiye hesibandin. Ev yek ji bo Îslamiyetê ne xizmet e. Encama nêzikatiya îdeolojiya olperest, netewperest û zayendperest e. Em vê lîstikê dinasin û em ê qebûl nekin.” 

DERSIM

DAD, Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) û Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), li Çavkaniyên Munzûrê daxuyanî dan. Tevî partiyên siyasî gelek nûnerên saziyên sivîl û demokratîk beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan, bal kişand ser pîroziya Munzûrê û wiha axivî: “Em dizanin her karê bêyî riza zilm e. Midaxileyê Munzûrê nekin. Dev ji asîmîlasyonê berdin.”