ROJANE
Hemû Nûçe
-
Malbata girtiyê siyasî: Dewlet bila dev ji ferzkirina poşmaniyê berde
Birayê Marûf Turkan ê ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye, Metîn Turkan diyar kir ku ew ê li dijî ferzkirina poşmaniyê li ber xwe bidin. Turkan got ku aştî wê bi dawîbûna ferzkirina poşmaniyê pêk were. -
ROJEVA 30’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de banga bila zemîna qanûnî ya pêvajoyê were avakirin hat kirin
Li gelek bajaran di çalakiyên çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de banga avakirina zemîna qanûnî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. -
Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê: 2 kes birîndar bûn
Helîkopterek a girêdayî Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê li Çiyayê Ezmer kete xwarê. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn. -
Girtî Mahfûz Dogrûdemîr piştî 30 salan hate berdan
Mahfûz Dogrûdemîr ê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmara 4'emîn a Alîaga Şakranê piştî 30 salan hate berdan, daxwaza azadiya Rêber Apo û girtiyên din kir. -
Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê: Zimanê dayikê yê her yekî ji me divê bibe zimanê aştiyê
Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê pêşniyarên serokên berê yên meclîsê û serokên baroyan ên li komîsyonê kirin weke pêşniyarê 'hêja' pênase kirin û gotin, "Cihêrengiya me dewlemendiya me ye; zimanê dayikê yê her yekî ji me divê bibe zimanê aştiyê." -
DBP: Li dijî êrîşên nîjadperest ewlehiya jiyana karkeran girîng e
DBP’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrîşa nîjadperest de got, “Ewlehiya jiyana karkerên demsalî û tespîta êrişkaran erka desthilatê ya bingehîn e.” -
Li Girtîgeha Dûmlûyê gardiyanê berpirsyar êrîş bir ser girtiyan
Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'emîn a Dûmlû ya Erzîromê gardiyan êrîş bir ser girtiyan. -
Bernameya çalakiyan a 1'ê Îlonê diyar bû
Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li dehan bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî şer û ji bo çalakiyê çalakî bêne lidarxistin. -
Temellî: Divê sererastkirinên entegrasyona demokratîk werin kirin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got: ‘’Heya ku têkildarî mijara yasayên entegrasyona demokratîk gav neyên avêtin wê gavên têkildarî mijarên din kêm bimînin.’’ -
Rêber Apo: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon 3 têgehên diyarker ên pêvajoyê ne
Heyeta Îmraliyê ku doh bi Rêber Apo re 3 saetan hevdîtin kir, li ser hevdîtinê daxuyaniyek da. Rêber Apo got, "Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon 3 têgehên esasî û diyarker ên vê pêvajoyê ne." -
Li Nîgdeyê li dijî karkerên Kurd êrîşa nijadperestî
Li Nîgdeyê Kurdên ku weke karkerên demsalî dixebitîn rastî êrîşeke nijadperestî hat. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû Kûtevî dîmenê êrîşê parve kir û bang li Wezareta Karên Hundir û rayedarên pêwendîdar kir ku erka xwe pêk bînin. -
Rojeva kedkaran aştî ye
Hevserokê Şaxê Aksarayê yê SES’ê Dîren Can Kaya ragihand ku rojeva karker û kedkaran aştiyeke bi rûmet e û got, lê belê ew bawer nake ku AKP demokratîkbûnê bi xwe re bîne. -
ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komîsyonê civîna 7’emîn pêk anî: Divê pêvajo şefaf be
Serokên berê yên meclîsê di civîna 7’emîn a Komîsyona Meclîsê de têkildarî pêvajoyê nêrînên xwe parve kirin. Di civînê de bal kişandin ser şefafî û hemwelatîbûna wekhev û diyar kirin ku xurtkirina rêveberiyên xwecihî ji bo dewletê ne gef e. -
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Şande ji Îmraliyê vegeriya. -
Muslim: Tecrûbeya me ya li Rojava bêhempa ye
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrûbeyekî bêhempa ye û wiha got, “Tecrûbeya me ya li Rojhilata Navîn bêhempa ye. Ji bo hemû herêmê jî dikare bibe projeya aştiyê.” -
Di meha 164’an a Komkujiya Roboskî de daxwaza edaletê
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî di meha 164’emîn de kesên di Komkujiya Roboskî de hatine qetilkirin, bi bîr anî. -
Arinç: Daxwaza welatîbûna wekhev û mafê hêviyê divê bi cih bêne anîn
Bulent Arinç ku li civîna komîsyonê axivî, diyar kir ku divê daxwaza welatîbûna wekhev a Kurdan û mafê hêviyê yê ji bo Rêber Apo bi cih bêne anîn. -
DFG'ê rojnamevanên di salên 1990'î de hatin qetilkirin bi bîr anî
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevanên di salên 1990'î de meha Tebaxê hatin qetilkirin Seyfettîn Tepe, Mehmet Şenol û belavkarê rojnameyê Hidir Çelîk di salvegera qetilkirinê de bi bîr anî. -
Mûstafa Ûgûr li navenda polîsan jiyana xwe ji dest da
Mûstafa Ûgûr ê ku tê îdîakirin dema li Navenda Polîsan a Semsûrê di bin çavan de bû ji qata duyan ketiye xwarê, jiyana xwe ji dest da. -
Komîsyon li serokên berê yên meclîsê guhdarî dike
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî di civîna xwe ya 7'emîn de li serokên berê yên meclîsê guhdarî dike. -
Tahmaz: Divê pêvajo bikeve rêyeke ku Tirkiyeyê demokratîk bike
Hakan Tahmaz diyar kir ku divê pêvajo ji sînorên ewlehiyê derbas bibe û bikeve rêyeke ku Tirkiyeyê demokratîk bike û got: ‘’Divê sererastkirinên yasayî werin kirin, guhdariya Abdullah Ocalan were kirin û civak daxilî pêvajoyê were kirin.’’ -
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket. -
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam êdî nema dikare derkeve hevdîtinan
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam ji ber êşa xwe ya giran nema dikare derkeve hevdîtinên li girtîgehê. Li gorî agahiyan Çam nema dikare pêwîstiyeke xwe pêk bîne û hêviya xwe ya berdanê jî nemaye.