Li Nîgdeyê li dijî karkerên Kurd êrîşa nijadperestî

Li Nîgdeyê Kurdên ku weke karkerên demsalî dixebitîn rastî êrîşeke nijadperestî hat. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû Kûtevî dîmenê êrîşê parve kir û bang li Wezareta Karên Hundir û rayedarên pêwendîdar kir ku erka xwe pêk bînin.

Kurdên ku ji navçeya Sêwereg a Rihayê weke karkerên demsalî çûn navçeya Bor a Nîgdeyê, li êrîşa nijadperestî rast hatin. Karkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nîgdeyê.

Parlamentera Êlihê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Odûncû Kûtevî dîmenê êrîşê li ser hesabê medya dîjîtal parve kir û got, "Di demeke bi vî rengî de ku li ser aştiyê axaftin tê kirin, vê êrîşê nîşan da ku aştî çiqasî ji bo me pêwîstî ye."

parlamenter Zeynep Odûncû Kûtevî xwest, berpirsyarên êrîşê tavilê bêne diyarikrin û bang li Wezarta Karên Hundir û rayedarên pêwendîdar hemûyan kir ku erk û wezîfeya xwe bi cih bînin.