ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsan êrîş birin ser CHP'iyan: 10 kes hatin binçavkirin
Polîsan êrîş birin ser girseya gel ku diçû ber avahiya Serokatiya Bajarê Stenbolê y CHP'ê û di encamê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. -
Celal Firat: Polîtîkaya desteserkirinê veguherî rewşeke sîstematîk
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat li hemberî desteserkirina rêveberiya CHP’ê nerazîbûnên xwe nîşan dan û got: ‘’Polîtîkaya desteserkirinê veguherî rewşeke sîstematîk.’’ -
Li Îzmîrê êrîşa çekdarî ya li ser navenda polîsan: 2 polîs mirin
Li navçeya Balçova ya Îzmîrê, êrîşeke çekdarî li ser Navenda Polîsan a Salîh Îşgoren hate kirin. Di encamê de 2 polîs hatin kuştin. -
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li hev kom bûn
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re û bûyerên di rojevê de li Enqereyê li hev kom bûn. -
Nobeda li pêşiya CHP’ê ya dorpêçkirî dewam dike
Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP’ê di bin dorpêça polîsan de ye. Sekinîna aligirên partiyê bi tevahiya şevê berdewam kir. -
‘Em aştiyê dixwazin, lê belê dewlet gavên neavêje’
Abdûrrahman Kaya ku bira û keça wî di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûn, anî ziman ku ew aştiyê dixwazin lê belê dewletê hîn jî gavek neavêtiye. -
ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Femînîst a Emerîkî Harriet Fraad piştgirî da banga Rêber Apo
Psikoteapista femînîst a Emerîkî Dr. Harriet Fraad ji bo 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo peyameke piştevaniyê şand. Peyam bi rêya DEM Partiyê ji raya giştî re hate ragihandin. -
Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon divê giraniyê bide ser mijarên esasî
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civîna hevserokên bajaran a li navenda giştî ya partiyê li ser bûyerên di rojevê de ne daxuyaniyek da. -
ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Roja Çapemeniya Azad hat pîrozkirin: Em xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniyê derdikevin
Bi pêşengiya MKG û DFG bi wesîleya 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad bername hate lidarxistin. Di bernameyê de îşaret bi rola Çapemeniya Azad, rola wê, berdêlên ku dane û astengî û zextên heta îro li ser hate kirin. -
Şaredarê Beykozê dîsa hat girtin
Şaredarê Beykozê Alaattin Koseler ku beriya 30 saetan hate berdan, piştî îtîraza li ser serbestberdana wî dîsa hate girtin. -
Hesabê X’ê yê Medya Haberê hate astengkirin
Hesabê X'ê yê Medya Haber TV li Tirkiyeyê hatiye astengkirin. -
Partiyan bertek nîşanî qeyûman dan: Ev darbeyek eşkere ye
DBP, DEM Partî, Partiya Devrîmcî, EMEP, ESP, SMF, SODAP, SYKP, TÎP, TOP, Partiya Çep a Kesk û Halkevlerî betalkirina Kongreya CHP ya Stenbolê û tayînkirina qeyûm şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev yek darbeyek eşkere ye. -
Divê girtiyên nexweş werin berdan
Di çalakiyên ÎHD’ê yên ji bo girtiyên nexweş de hate diyarkirin ku jiyana Veysî Abdûrahmanoglû, Emîn Aladag û Cîhat Ozdemîr di talûkeyê de ne û hate xwestin ku girtiyên berbehs werin berdan. -
Îranê girtî Mêhran Behramyan darve kir
Dewleta Îranê Mêhran Behramyan ê bi hinceta tevlî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye biryara darvekirinê derbarê wî de hatibû dayîn, darve kir. -
Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Ayten Ozturk bên darizandin
Dayikên Şemiyê ji bo Ayte Ozturk a ku beriya 33 salan hatî qetilkirin, hatin ba hev û bang kirin ku kujer bên darizandin. -
Hejmara Îlon-Cotmeh a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket
Hejmara Îlon-Cotmeh a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi şîara “Em Tarzê Fikrê Apoyî Esas Bigirin, Bi Hevrêtiya Komunalîst Dawî Li Komployê Bînin” derket. -
Sûltan Bozkurt: Eger dewlet aştiyê dixwaze divê mafên me nas bike
Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got: "Em tenê aştiyê dixwazin. Eger dewlet bi rastî aştiyê dixwaze, divê mafên me nas bike.” -
Bozan: Nêzîkatiya li hemberî Rojava bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku gel daxuyaniyên siyasî yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi baldarî dişopîne û anî ziman ku daxuyaniyên neyînî yên li ser Rojava baweriya welatiyan a bi pêvajoya çareseriyê lawaz dike. -
‘Em aştiyê dixwazin, dev ji zimanê xwe jî bernadin’
Xwişka Şehîd Karker Masîro, Gûrbet Taş diyar kir ku ew li gel pêvajoya ku bi banga Rêber Apo hat destpêkirin in û wiha got, “Em aştiyê dixwazin, lê em ê dev ji zimanê xwe jî bernedin.” -
ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji bo Şehîd Mihrali Yilmaz şîn hat danîn
Ji bo ji fermandarên HPG’ê Mihrali Yilmaz ku 14’ê Çileya 2025’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Garê de şehîd bû, li mala wî ya li navçeya Yenîmahle ya Enqereyê şîn hat danîn. -
‘Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin’
Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bi raporekî ragihand ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê êşkence, binpêkirina mafê tenduristiyê û nêzîkatiyên xirab bi awayekî sîstematîk tên kirin û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. -
HDP’ê 6’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li dar xist
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 6’emîn Kongreya Mezin a Asayî li navenda xwe ya giştî li dar xist. Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak wekî hevserok hatin hilbijartin.