Şaredarê Beykozê dîsa hat girtin
Şaredarê Beykozê Alaattin Koseler ku beriya 30 saetan hate berdan, piştî îtîraza li ser serbestberdana wî dîsa hate girtin.
Şaredarê Beykozê Alaattin Koseler ku beriya 30 saetan hate berdan, piştî îtîraza li ser serbestberdana wî dîsa hate girtin.
Îtîraza ji bo serbestberdana Şaredarê Beykozê Alaattin Koseler ji aliyê dadgehê ve hat pejirandin û biryara girtina wî hate dayîn. Koseler û 4 kesên din piştî ku ji malên xwe hatin binçavkirin û birin Dadgeha Anatolyayê piştî 30 saetan dîsa hatin girtin.
Cîgira Seroka Giştî ya CHP û Parlamentera Îzmîrê Gokçe Gokçen wiha got, “Piştî rojeke azadiyê dîsa biryara girtinê dayîn, ev sepana hiqûqa dijminatiyê ye. Ev bêhiqûqî derbasî dîrokê dibe û bertek nîşanî biryarê da.”