Divê girtiyên nexweş werin berdan

Di çalakiyên ÎHD’ê yên ji bo girtiyên nexweş de hate diyarkirin ku jiyana Veysî Abdûrahmanoglû, Emîn Aladag û Cîhat Ozdemîr di talûkeyê de ne û hate xwestin ku girtiyên berbehs werin berdan.

ÎZMÎR

Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê di hefteya 360’emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa tenduristiya Emîn Aladag ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê tê rehîngirtin. Daxuyanî li pêşiya bînaya Sumerbanka Berê ya Konakê hate dayîn û pankarta bi nivîsa; ‘’Girtiyên nexweş dimirin, xwe bêdeng neke û nebe hevkarê sûcî’’ hate vekirin.

ENQERE

Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di hefteya 574’emîn a çalakiya xwe de li ser Cadeya Sakaryayê daxuyaniyek da. Di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya Cîhat Ozdemîr ê ku li Girtîgeha Girtî a Tîpa F a Kirikkaleyê tê rehîngirtin. Hate diyarkirin ku Ozdemîr ev 25 sal in girtî ye û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene.

STENBOL

Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê, li pêşiya bînaya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê çalakiya xwe ya 702’yemîn a ‘Rûniştina F’’ li dar xist. Komeleyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa Veysî Abdûrahmanoglû yê ku ev 15 sal in li Girtîgeha Girtî a Tîpa R a Metrîsê tê rehîngirtin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên; ‘’Bila girtiyên nexweş werin berdan’’, ‘’Tedawî maf e nabe ku were astengkirin’’ û ‘’Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn’’ hatin berzkirin.

Di çalakiyan de tehliyeya girtiyan hate daxwazkirin.