Îranê girtî Mêhran Behramyan darve kir

Dewleta Îranê Mêhran Behramyan ê bi hinceta tevlî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye biryara darvekirinê derbarê wî de hatibû dayîn, darve kir.

Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, îro li li Girtîgeha Navendî ya Esfehanê beşdarvanê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Mêhran Behramyan hate darvekirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Mêhran Behramyan û birayê wî Fazil Behramyan dema ku tevlî çilrojiya qurbaniyên devera Semîrum a xwepêşandanên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bibûn, bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatibûn girtin.

Bi tometa ‘çekrakirin û têkdana ewlehiya netewî’ cezayê darvekirinê lê hatibûn birîn. Lê heta niha çarenûsa Fazil Behramyan nediyare.

Di dema serhildan û xwepêşandanên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de birayê Mehran û Fazil Behramyan ê bi navê Murad Behramyan ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin.