Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li hev kom bûn

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re û bûyerên di rojevê de li Enqereyê li hev kom bûn.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi beşdariya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllar û Tûncer Bakirhan li navenda giştî li hev kom bû. Di civînê de wê bûyerên dawî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, hevdîtin dawî ya bi Rêber Apo re hate kirin, zextên li ser muxalefetê û gelek mijarên din ên di rojevê de wê bêne nirxandin.

Her wiha bûyerên herêmî, 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, polîtîkayên eko-qirkirin û karên ku DEM Partî meha Îlonê bimeşîne wê di civînê de bêne nirxandin.