ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzer Ekîn Yeter: Divê Komîsyona Meclîsê biryara 'Mafê Hêviyê' bibîne
Hevseroka Giştî ya OHD'ê parêzer Ekîn Yeter biryara navberê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nirxand û işaret bi banga di biryarê de kir. Ekîn Yeter ji Komîsyona Meclîsê xwest ku vê biryarê bibîne û tavilê gavê biavêje. -
Bedîrhanoglû daxwaza 'perwerdeya bi zimanê dayikê' û 'rêveberiya xwecihî' kir
Serokê Komeleya Karsazan û Pîşesaziyê ya Başûrrojhilat (GUNSIAD) Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû di civîna komîsyonê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, welatîbûna destûra bingehîn a nû û rêveberiya xwecihî kir. -
Turkdogan: Konseya Ewropayê dikarîbû prosedura binpêkirinê bida destpêkirin
Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Ozturk Turkdogan diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li şûna ku 'xemgîn'iya xwe ragihîne, diviyabû diyar bikira ku prosedura binpêkirinê dide destpêkirin. -
Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir ku biryarên ji bo Demîrtaş bicih bîne
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, banga bicih anîna biryarên DMME’yê yên der barê siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş de û serbestberdana wî kir. -
Xwediyên Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
Xwediyên Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter diyar bûn. Xelat wê di 20'ê Îlona 2025'an de li Stenbolê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Bakirkoyê bi merasîmekê bêne belavkirin. -
Nasrullah Kuran: PKK'ê li ser navê sosyalîzmê domdarî afirand
Nivîskar Nasrullah Kuran diyar kir ku sosyalîzm ew e ku hebûna civakî timî hewl dide bi ruh û zanebûnê xwe rêxistin bike, xwe timî jinûve biafirîne û destnîşan kir ku PKK’ê ev yek bi ser xistiye. -
Bayhan: Mecbûrî ye ku komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike
Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan got, ji ber ku komîsyonê hevdîtin bi Rêber Apo re nekiriye pêvajo bi rengekî kêm û bi pirsgirêk bi rê ve diçe û destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re pêwîstî û mecbûriyeteke. -
ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rûniştina 10’emîn bi dawî hat: Divê gavên ji bo aştiya pozîtîf bên avêtin
Komîsyonê bandorên wêranker ên pêvajoyên pevçûnê, dersên ku ji ezmûnên cîhanê werin girtin û gavên pêwîst ên ji bo çareseriyê nîqaş kir û daxwazên bingehîn ên perwerdehiya bi zimanê dayikê, destûrek demokratîk û rêveberiyên xwecihî yên bihêz anî ziman. -
Li meclisê civîna 10’emîn pêk hat: Akademîsyenan li ser destûrek berfireh sekinîn
Akademîsyenan di rûniştina yekem a civîna 10’emîn a komîsyona ku li meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye damezrandin de axivîn û diyar kirin ku ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi destûrek berfireh, gavên baweriyê û beşdariya civakî heye. -
Berdana Belgîn Kanat 3 mehan hat paşxistin
Berdana Belgîn Kanat a ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê rehîn tê girtin, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve 3 mehan hat paşxistin. -
Kurtulmuş: Divê em tavilê aştiya mayinde pêk bînin!
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku piştgiriyeke xurt ji bo komîsyonê heye û got: “Divê em destê xwe lez bigirin, bêyî ku di bin barên giran ên şertên herêmî û kûrewî de bimînin, tavilê aştî û xwişk-biratiya mayinde pêk bînin.” -
DEM Partî bang kir ku sererastkirinên yasayî ‘demildest bikeve rojevê’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê komîsyon li Rêber Apo guhdarî bike û ji bo serkeftina pêvajoyê divê der heqê sererastkirinên yasayî de biaxive. -
Rêber Apo: Pêvajo hatiye asta çareseriya hiqûqî
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Rêber Apo gotiye, "Rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî." -
Di 3 salên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 2 hezar û 910 kes hatin darvekirin
Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem ragihand ku di sê salîn dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 2 hezar û 910 kes hatin darvekirin. -
Ji DBP'ê banga ji bo 'Mafê Hêviyê': Abdullah Ocalan aktorê diyarker e
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li ser rojeva 'Mafê Hêviyê' daxuyaniyek da ku li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê nirxandin. -
Alîkarê Şaredarê Koycegîz ê CHP'yî hate binçavkirin
Di operasyona li ser Şaredariya Koycegîz a CHP'yî de Alîkarê Şaredar Ozgur Ornek hate binçavkirin. -
Ji profesorê Îranî Hamid Dabashi piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Akademîsyenê Îranî Hamid Dabashi piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê ya Rêber Apo. -
Dûran Kalkan: Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi Rêber Apo destpê dike
Ji damezrînerên PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku bi siyaseta mijûlkirinê re cewhera çareseriyê tê pûçkirin û got, “Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê dike.” -
ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Jin li qadan in: Dengê Jîna Emînî mezintir dibe
Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ku ji hêla polîsên exlaqê yên Îranê ve li Tehranê hat qetilkirin li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyan hate bibîranîn. -
TJA, DEM Partî û DBP’ê Jîna Emînî bi bîr anî
Tevgera Jinên Azad, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi wesîleya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Îranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve daxuyanî dan. -
Ji Civanê ku destekê wî nîne, tirsiyan: Ewilî ceza betal kirin, piştre car din erê kirin
Cezayê hucreyê yê 11 rojan li girtiyê nexweş Civan Boltan hatî birîn, bi biryara dadgeriya înfazê hate rakirin; lê belê piştî îtîraza dozgeriyê car din hate erêkirin. Bi vê biryarê re wê Boltan li hucreyê were ragirtin. -
Jinên Meksîkayî ji bo 'Mafê Hêviyê' çalakî kirin
35 jinên Meksîkayî ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re, bi armanca balkişandina ser mafê hêviyê di 15'ê Îlonê de dest bi çalakiyekê kirin ku 2 rojan dewam bike. -
Mîrxan Karker: Civaka ku herî zêde li Îslam a Demokratîk vekirî ye Kurd e
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker diyar kir ku civaka Kurd civaka herî zêde li Îslam a Demokratîk vekirî ye.