ROJANE
Hemû Nûçe
-
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî 'berevajîkirinê' da
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku hevpeyvîneke wan bi rengekî çewt hatiye şîrovekirin û got, "Gotinên ku dibêjin, mebesta Ocalan a ji qada siyasî DEM Partî ye û rexneyên wî li ser vê yekê ye, rast nînin." -
Hunermendê Arjantînî Racca: Gelek tişt hene ku Abdullah Ocalan hînî me bike
Hunermend-nivîskar Federico Racca ku ji bo azadiya Rêber Apo kampanyayê dimeşîne got, "Ocalan Mandela yê roja me ye. Gelek tiştên xwe hene ku hînî me bike." -
ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komîsyon wê li saziyên fikrî guhdarî bike
'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' wê vê hefteyê li saziyên fikrî guhdarî bike. -
Girtiyên li girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ banga piştevaniyê kirin
Meryem Ozsogut a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, bal kişand ser rewşa girtiyên li dijî girtîgehên bi “tîpa bîrê” dest bi greva birçîbûnê kirin û banga hestiyariyê kir. -
Rêber Apo: Divê dest ji ranta qada siyasetê bê berdan, qanûnên dema navberê bêne amadekirin
Rêber Apo di hevdîtina bi parêzeran re rexne kir ku siyaset bi pey berjewendî û rantê ketiye û bang kir ku di vê pêvajoyê de "qanûnên dema navberê" bêne amadekirin. -
DFG'ê 'şehîdê çapemeniya azad' Seyît Evran bi bîr anî
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevanê şoreşger Seyît Evran bi bîr anî ku 22'ê Îlona 2023'an de li nexweşxaneya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. -
'Em tenê ji Rêberê xwe bawer dikin, ne ji kesekî din'
Raîfe Cîrîk ku kurê wê li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd şehîd bû û neçar ma ji gundê xwe koçî Stenbolê bike, têkildarî pêvajoyê got, "Yekane kesê ku em jê bawer dikin Rêberê me ye." -
ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê bertek nîşanî Komîteya Wezîran a KE'ê da
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê li hemberî biryara demkî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê “mafê hêviyê” yê Rêber Apo de nerazîbûn nîşan da. Dayikên Aşitiyê diyar kirin ku mifteya aştiyê di destê Rêber Apo de ye. -
‘Komîsyon dibe di rojên pêşiya me de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş li Amedê di civînekê de axivî û ragihand ku komîsyona meclîsê dibe di rojên pêş de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. -
Ozgur Ozel careke din bû Serokê Giştî yê CHP'ê
Kongreya Awarte ya 22'emîn a Partiya Gel a Komarê (CHP) li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqereyê pêk hat. -
Kongreya Awarte ya 22'emîn a CHP'ê destpê kir: Ozel yekane namzet e
Partiya Gel a Komarê (CHP) bi dirûşma "Na ji darbe û qeyûm re" li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê Kongreya Awarte ya 22'emîn lidar dixe. -
'Em dixwazin ku Rêberê me berdin'
Malbata şehîd Karker Masîro qala têkoşîn û armancên wî kir, ji bo aştiyê bang kir û got, "Bila Rêberê me berdin." -
ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn
Xelatên 32’yemîn yên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad, ku ji aliyê Rojnameya Yeni Yaşamê ve hatin organîzekirin, di merasîmeke li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoyê de hatin dayîn. -
Bakirhan: Em ê mîrateya Apê Mûsa û hevalên wî di her qadê de bidomînin
Di 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad de, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew ê mîrateya Apê Mûsa û hevalên wî di hemû qadên jiyanê de bilind bikin. -
Rêber Apo: Endamên hêja yên çapemeniyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne
Rêber Apo di nameya ku ji bo merasîma 32’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad şandin de got, "Di pêkanîna berpirsyarî û ked dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne." -
Dayikên Aştiyê: Divê demildest 'mafê hêviyê' were bicihanîn
Dayikên Aştiyê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser mafê hêviyê rexne kirin û gotin, "Bila gaveke zelal bavêjin, biryareke guncaw bidin. Divê demildest 'mafê hêviyê' were bicihanîn." -
Malbatên rojnamevanên hatine qetilkirin serdana Yenî Yaşamê kirin
Malbatên şehîdên çapemeniya azad serdana rojnameya Yenî Yaşamê kirin. Malbatan got, "Zarokên me rûmeta me ne." -
Bi girseyî çûn serdana merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG’ê Dînar
Merasîma sersaxiyê ku li Îzmîrê ji bo gerîlayê HPG’ê Guney Dînar ê di sala 2019'an de li Garê şehîd bû hat lidarxistin, bi girseyî hat ziyaretkirin. -
Divê girtiyên nexweş bên berdan
Parêzvanên mafên mirovan xwestin girtiyên nexweş Cemîl Îvrendi, Sureyya Bûlût û Atakan Fahrettînoglû demildest bên berdan. -
Xizmên windayan ji bo Gundem, Tarim û Akin hatin ba hev
Di çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û ÎHD'ê ve li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin lidarxistin de, ji bo Îbrahim Gundem, Abdûllah Tarim û Saît Akin ên ku di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin, edalet hat xwestin. -
Aqûbeta Îbrahîm û Edîp Çelîk hate pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Îbrahîm û Edîp Çelîk hatin ba hev ku beriya 31 salan li Êlihê hatin windakirin. -
Reşîd Xalidî: Ez bi temamî piştgiriyê didim pêvajoyê
Profesorê Fîlîstînî Reşîd Xalidî piştgirî da pêvajoya ku bi banga Rêber Apo destpê kir û got, “Ez bi temamî piştgiriyî didim pêvajoyeke aştiyê ku bi avakirina komareke demokratîk û naskirina mafên gelê Kurd bi encam bibe.”