ROJANE
Hemû Nûçe
-
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li Serokê Meclîsê kir ku ji bo komîsyon bi Rêber Apo re hevdîtinê bike, wezîfeya xwe pêk bîne. -
Ji DMME'yê biryara binpêkirinê ya têkildarî pirtûkên Rêber Apo
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana têkildarî nedayina pirtûkên Rêber Apo û hin kovar û rojnameyan li girtîgehan, biryara binpêkirinê da. -
'Eger mijar jiyan be, bila daxwaza Serkan Onûr Yilmaz qebûl bikin'
Serkan Onûr Yilmaz ku li dijî Girtîgehên bi Tîpa Bîrê 322 roj in di rojiya mirinê de ye, li nexweşxaneya ku bi zorê hate veguhestin tecrîdkirî ye. Parêzera wî Doga Încesû got, "Eger mijar jiyan be bila daxwaza muwekîlê me qebûl bikin." -
ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hate xwestin ku girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan. -
Xizmên Windayan daxwaza edaletê kirin
ÎHD û xizmên windayan di çalakiyên xwe yên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de ji bo Zozan û Orhan Eren ên hevjînên hev û Mecît Baskin, Şêxmus Însel û Şêxmus Eroglu daxwaza edaletê kirin. -
Li Mêrsînê 13 şehîd hatin bîranîn
Ji bo 13 kesên ji malbata Tamur ên ku di demên cuda de şehîd bûne, merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Li Girtîgeha Karçek girtiyekê jiyana xwe ji dest da
Li Girtîgeha Karçek a li bajarê Veramin ê Îranê girtiya bi navê Sudabeh Asadî ji ber ku nehate tedawîkirin, 15’ê Îlonê jiyana xwe ji dest da. -
Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdulmecît Baskin bên darizandin
Dayikên Şemiyê bang kir ku kujerên Abdulmecît Baskin ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, bên darizandin. -
Halîde Turkoglu: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin
Halîde Turkoglu ji bo meşa 1’ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir û got, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe. -
Ozsoy: Hewldanên yek alî pêvajoyê bi pêş ve nabe
Dr. Hişyar Ozsoy, biryara çekdanîna PKK’ê weke firsendeke dîrokî nirxand, bang li hikûmetê kir ku gavên şênber bavêje. Ozsoy got, “Mirov bi bêrekî nikare kelekê bigihîne cihekî” û destnîşan kir ku ji bo aştiyek mayînde sererastkirina destûrî girîng e. -
Hevserokê GOÇ-DER'ê Mûrat Sari: Divê astengiya pergala cerdevaniyê bê rakirin
Hevserokê GOÇ-DER'ê Mûrat Sari, diyar kir ku pergala cerdevaniyê li pêşiya vegera gundan astengiyeke cidî çêdike û bal kişand ser girîngiya rakirina vê astengiyê. -
‘Pêvajo bêyî azadiya Ocalan bi tendurist nameşe’
Neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat diyar kir ku gelê Kurd, Rêber Apo wekî “serok û hakem” tayîn kiriye û wiha got: “Ev pêvajo bêyî azadiya Abdullah Ocalan nagihije armanca xwe.” -
Eren: Ger pirsgirêkê bi 'terorîzmê' re sînordar bikin, çareserî ne pêkan e
Serhat Eren ji ber ku li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê, nasname û mafên destûrî nîqaş nekiriye, komîsyon rexne kir û got, "Ev pirsgirêka Kurd e; dîroka wê ya sedsalan heye û bi ziman, çand û îradeya gel ve girêdayî ye." -
ROJEVA 27’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Li gelek bajaran civînên gel ên 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku’ hatin lidarxistin
Di çarçoveya kampanyaya "Em aştiyê dixwazin ji ber ku" li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê civîna gel hatin lidarxistin. -
Rojnamevan Celalettîn Yalçin hate berdan
Rojnamevan Celalettîn Yalçin ku bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' 3 salan girtî hate hiştin, di rûniştina destpêkê ya doza jinûve darizandinê de hate berdan. -
Kûrtûlmûş: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hîn di rojevê de nîne
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş anî ziman ku di asta heyî de hevdîtina bi Rêber Apo re di rojevê de nîne û li ser çarçoveya qanûnî jî got, "Di dema herî kurt de wê qanûnên pêwendîdar bêne derxistin." -
Gursel Tekîn wekî qeyûm wê erkê xwe bidomîne
Ji bo Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgür Çelik ku bi biryara dadgehê qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin, îtîraza li dijî biryara "tedbîra demkî" hat redkirin. -
Daxwaza berdana Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat redkirin
Daxwaza berdana Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn, hate redkirin. -
Aslan: Mafê hêviyê mafek e ku nabe bê taloqkirin!
Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku Komîteya Wezîran bi biryara xwe ya li ser 'mafê hêviyê' helwesteke siyasî nîşan da û got, "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku îradeya bi milyonan mirovî ye, meseleyeke ku nabe bê taloqkirin." -
Swîsreyê dubare kir: Em amade ne bibin navbeynkar, bila biryarên DMME'yê bi cih bêne anîn!
Hikumeta Federal a Swîsreyê dubare kir ku ew amade ye di pêvajoya navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurd de bibe navbeynkar û destnîşan kir ku biryarên DMME'yê yên têkildarî Rêber Apo divê bi cih bêne anîn. -
Dr. Korkmaz: Ji bo aştiyê pêwîstî bi tevgiriya hiqûqî heye
Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku pêvajo li ser pratîka şer nikare bê meşandin û destnîşan kir ku pêwîstî bi tevgiriya civakî û hiqûqî heye. -
Keskîn Bayindir: Komîte xwe nade ber berpirsyariyê
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir biryara Komîteya Wezîran a li ser 'mafê hêviyê' nirxand û got, "Komîte xwe nade ber berpirsyariyê. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna ji bo edaleta li welêt e." -
ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.