ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nêçirvan Barzanî bi Hakan Fîdan re hevdîtin kir
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe Nêçirvan Barzanî li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hevdîtin kir. -
Ji Ozgur Ozel daxuyaniya li ser Komîsyonê û Îmraliyê
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel li Balafirgeha Stenbolê bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser rojevê. -
Alî Bozan: Girtiya 78 salî Besê Ecer bi mirinê re rû bi rû hate hiştin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan, di daxuyaniya xwe li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê de diyar kir ku girtiya 78 salî Besê Ecer bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin û nerazîbûnên xwe nîşan da. -
Ayşegul Dogan: Em di asteke gelekî krîtîk de ne, nêzîkatiyeke cidî divê
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku ji ber bûyerên li herêmê diqewimin Tirkiye di qonaxeke "gelekî krîtîk" de ye û got, "Divê hre kes qîmetê vê pêvajoyê zanibe û bi cidî nêzîk bibe." -
Di salvegera 10'emîn a Komkujiya 10'ê Cotmehê de lêgerîna li edaletê
Komîsyona Parêzeran a Doza 10'ê COtmehê û Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê bi wesîleya salvegera 10'emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê raporên xwe li Enqereyê bi raya giştî re parve kirin. -
Nêçîrvan Barzanî îro diçe Tirkiyeyê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro wê biçe Enqereyê. Barzanî wê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re hevdîtinê bike. -
Erden piştî dîlgirtina xwe ya 30 salan, hate berdan
Mehmet Salih Erden piştî girtîbûna xwe ya 30 sal û 6 mehan, hate berdan. -
KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye
KCK’ê di salvegera komkujiya Enqereyê de ku beriya 10 salan di bin çavdêriya dewletê de pêk hat, şehîd bi bîr anîn û got, "Îdeala wan a xwişk-biratiya gelan, aştî, azadî û jiyana demokratîk di têkoşîna gelên me de dijî." -
Aştiya ku li mutaxabê xwe digere - III
Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd ji serdema destpêkê û heta niha bi israr qala çareseriyê dike jî, dewleta Tirk gelek caran li Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê operasyon pêk anî û komkujî kir. -
'Paradîgmaya Ocalan divê ji aliyê derdorên sosyalîst ve bê fêhmkirin'
Endamê berê yê TKP MK'ê Omer Agin diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo divê ji aliyê dîrokî, civakî û felsefî ve bê fêhmkirin û got, pêvajoya aştî, civaka demokratîk û entegrasyonê divê ji aliyê derdorên sosyalîst ve bê fêhmkirin. -
ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nûnerên MEBYA-DER’ê li komîsyonê axivîn: Em nikarin hestiyên zarokên xwe jî bigrin
Nûnerên MEBYA-DER’ê ku di civîna 14'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de êşên ku xizmên windayan dikşînin anîn ser ziman. -
Rêber Apo: Ronahiya Gûrbetellî rêya çapemeniya azad ronî dike
Rêber Apo ji Xelatên Gûrbetellî Ersoz re peyam şand û got: "Bîranîna Gûrbetellî ji bo me hemûyan rênîşander e. Ronahiya wê rêya çapemeniya azad ronî dike." -
Tulay Hatîmogullari li Hewlêrê beşdarî forûma 'aştî û refahê’ bû
Şandeya di bin serokatiya Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları beşdarî forûma “Teşedayîna Pêşerojê: Vîzyonên Aştî û Refahê” ya ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn ve li Hewlêrê hate lidarxistin, bû. -
Hunermendan bang kir: Ked, edalet, azadî û aştî
Helbestvan, nivîskar û hunermendên ku bi daxwaza aştiyê hatin ba hev, wiha gotin, “Cîhan li ser çar stûnên zêr bilind dibe: Ked, edalet, azadî, aştî. Eger yek ji van nebe, her sê yên din tune ne.” -
Ji DEM Partiyê li Meclîsê ji bo Demîrtaş çalakiya şermezarkirinê
Parlamenterên DEM Partiyê îtiraza Wezareta Edaletê ya li biryara DMME'yê ya têkildarî Selahattîn Demîrtaş li Civata Giştî ya Meclîsê şermezar kirin. -
Meclîsa ÎSÎG'ê: Meha Îlonê herî kêm 206 karker mirin
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser kuştina karkeran a Îlona 2025'an a li Tirkiyeyê eşkere kir. Li gorî raporê tenê meha Îlonê 206 karker, 9 mehên dawî jî 1.566 karker mirin. -
MKG û DFG: Gûrbetellî Ersoz bû dengê berxwedana jinê û wijdanê çapemeniya azad
Komeleya Rojnagerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji ber salvegera 28'an a şehadeta yekemîn derhênera jin a weşana giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê Gûrbetellî Ersoz daxuyanî dan. -
Tirkiye li ber biryara DMME'yê ya têkildarî Demîrtaş rabû
Tirkiye li ber biryara binpêkirina maf a daîreya duyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a têkildarî Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş rabû, ku 8'ê Tîrmeha 2025'an dabû. -
Aştiya ku li muxatabê xwe digere - II
Tevgera Azadiya Kurd, piştî ku agirbesta yekem a sala 1993’an bi terora dewletê bersiv stand jî dev ji vê hewldana xwe berneda. -
Girtî: Bi pêşengiya Rêber Apo ber bi serketinê ve!
Girtiyan di salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyanî dan û gotin, "Kurd bi pêşengiya Rêber Apo 28 sal in li hemberî komploya navneteweyî bi dirûşma 'Hûn nikairn roja me tarî bikin' li ber xwe didin û têkoşîna azadiyê bênavber dimeşînin." -
ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Abdullah Yilmaz ê ku 30 sal şûnde hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Abdullah Yilmaz ê ku 30 sal şûnde di 5’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklar a Îzmîrê hate berdan, li Êlihê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. -
Bahçelî: Banga 27’ê Sibatê ji bo me diyarker e, komîsyon divê biçe Îmraliyê
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û got, banga 27’ê Sibatê ji bo wan diyarker e. -
Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon bêyî dereng bikeve divê li Abdullah Ocalan guhdarî bike
Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Civîna Koma DEM Partiyê axivî û got, "Êdî dem hatiye ku em derbasî asta hiqûqî û siyasî bibin. Ji bo entegrasyona demokratîk divê qanûnên demokratîk bêne çêkirin. Komîsyon divê li Birêz Ocalan guhdarî bike."