ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê ji bo Turgut Yenîsoy hatin ba hev
Dayikên /Mirovên Şemiyê aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin. -
Hakî Karer li cihê ku lê hat qetilkirin, hate bîranîn
Jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer li cihê ku lê hat qetilkirin, bi bîr anîn. -
Kovara Jineolojiyê û DFG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî
Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê û DFG’ê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel a ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, bi bîr anî. -
Li benzînxaneya li Hewlêrê şewat derket
Li benzînxaneyeke li semta Fermanberan a li Hewlêrê, şewat derket ku hîna sedemê şewatê nehatiye zanîn. -
‘Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye’
Rêber Apo ku nêzî 3 saet û nîv hevdîtin bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re pêk anî, got: “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye.” -
Temiz: Me zindan kirin qadên berxwedanê
Ahmet Temiz ku piştî 31 salên girtîbûnê, azad bû wiha got: "Tevî hemû zext û neheqiyan, me zindan kirin qadên berxwedanê." -
ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê. -
Rêber Apo: Ger komîsyon were, ez ê pêvajoya muzakereya demokratîk bidim destpêkirin
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Rêber Apo di serdana Îmraliyê ya îro de gotiye ku pêvajo ketiye rewşekî mijûlkirin û derengxistinê û ger Komîsyona Meclîsê serdanê wî bikin wê pêvajoya muzakereya demokratîk bide destpêkirin. -
Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Girava Îmraliyê vegeriya. -
DEM Partî: Divê girtiyên siyasî tavilê bêne berdan
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê bal kişand ser biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û bang kir ku hemû girtiyên siyasî yên ji ber Doza Kobanê hatine girtin, bêne berdan. -
DFG: Di meha Îlonê de 10 rojnamevan hatin binçavkirin, yek hate girtin
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Îlonê eşkere kir. -
Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo dîtina Rêber Apo ber bi Îmraliyê ve bi rê ket. -
Komîteya Çalakiyê ya Fîlîstînê êrîşa li ser Fîloya Sumud şermezar kir
Êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser Fîloya Sumud a Navneteweyî li Stenbolê hate şermezarkirin. -
Gianfranco Fattorini: Pêvajo divê li ser zemîna hiqûqî bê rûniştandin
Fattorini diyar kir ku li gel pêvajoya aştiyê jî dewleta Tirk binpêkirinên li dijî gelê Kurd dewam dike û got, "Ji bo demokratîkbûnê çareseriya pirsgirêka Kurd şert e. Pêvajo divê ji destûra bingehîn destpê bike û li ser zemîneke hiqûqî bê rûniştandin." -
ROJEVA 3'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hikumeta Şamê ne tenê sûcan vedişêre, sûcdaran jî xelat dike
Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêveberekî êşîra bi navê “Ebû Ezab” ku bi koçberkirina şêniyan û şewitandina malan li Siwêdayê tê tawanbarkirin, xelat kir. -
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê lîsteya namzetan eşkere kir
Komîyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, navê namzetên ku tevlî hilbijartinên parlamentoyê bibin, eşkere kir. Îşev propagandaya hilbijartinê destpê dike. -
OHD: Divê mafê hêviyê were mîsogerkirin
Hevserokên Giştî yên OHD’ê Serhat Çakmak û Ekîn Yeter Moray ku beşdarî civîna 13’an a komîsyona li Meclisê bûn, rapora xwe ya berfireh pêşkêşî komîsyonê kirin. -
Di doza Narîn Guran de tu bersûcên girtî neman
Di doza Narîn Guranê de 3 kesên ji sûcê “sûcdar veşartine” dihatin darizandin, tehliye bûn. Bi van tehliyeyan re tu kesên ji vî sûcî girtî neman. -
Jinên ber bi azadiyê ve dimeşin: ‘Azadiya Rêberê me xeta me ya sor e’
Meşa bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir, di roja duyemîn de li navçeya Xelfetî ya Rihayê dewam kir. -
Civîna komîsyonê: Mafê hêviyê kilîda demokratîkbûnê ye
Hevserokên Giştî yên OHD’ê Serhat Çakmak û Ekîn Yeter Moray di civîna 13’an a komîsyona li Meclisê de axivîn û diyarkirin ku mafê hêviyê kilîda demokratîkbûnê ye. -
Nobeta Edaletê ya Baroya Stenbolê: Parastin nayê bêdengkirin
Parêzerên Baroya Stenbolê, ji bo şermezarkirina zext û girtinên li dijî hempîşeyên xwe li ber Edliyê çalakiya ‘Nobeta Edaletê lidar xistin. -
Gulseren: Ji bo serxistina pêvajoyê divê gavên cihê baweriyê bêne avêtin
Nûnerê Komeleya Hiqûqnasan Mehmet Melîh Gulseren li komîsyona li meclîsê axivî û got, "Li gorî me, sererastkirinên destpêkê divê baweriyê bide civakê. Beriya her tiştî divê mafên civakî bêne sererastkirin." -
Kûrtûlmûş hêvî dike ku ‘di zûtirîn demê de’ pêniyaran pêşkêşî Meclisê bike
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş, anî ziman ku ew hêvî dikin ku pêşniyarên komîsyona têkildarî pirsgirêka Kurd hatî avakirin, di zûtirîn demê de pêşkêşî Desteya Meclîsê bikin. -
Pêvajoyê salek li pey xwe hişt, gaveke hiqûqî hîn nehatiye avêtin
Pêvajoya nû ku 1'ê Cotmehê bi silava Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ji bo koma DEM Partiyê destpê kir, li gel ku salek li pey xwe hiştiye jî ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hîn gaveke şênber nehatiye avêtin.