ROJANE
Hemû Nûçe
-
Botan: Divê Ocalan azad bibe û bi her kesî re karibe diyalogê bike
Siyasetmedar Lezgîn Botan ragihand ku ji bo îradeya aştiyê pêk were divê Rêber Apo teqez azad bibe û got, "Birêz Ocalan bi navê gelê Kurd muzakerevanê sereke ye û divê karibe bi hemû beşên civakî re diyalogê bike." -
Firat: Li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re astengiyeke hiqûqî nîne
Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê Celal Firat anî ziman ku li pêşiya hevdîtina bi Rêber Apo re astengiyeke hiqûqî nîne û destnîşan kir ku tenê divê îradeya siyasî bi biryardarî tevbigere. -
ROJEVA 2'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ferîdun Kurt 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
Ferîdun Kurt ê ku di lîsteya nexweşan a ÎHD’ê de ye, 30 sal şûnde ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate berdan. Kurt bi pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber êşkenceyê derketine holê re têdikoşe. -
Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
Hevdîtina DEM Partî, MHP, Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a piştî rûniştina li meclisê bi dawî bû. -
DEM Partî, bi MHP, Erdogan û Kurtulmuş re hevdîtin kir
DEM Partî, MHP, Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş piştî rûniştina ewil a vekirina Meclisê, hatin gel hev. -
Careke din cezayê 'Kurdî' li Amedsporê hate birîn
PFDK'ê ji ber gotinên bi Kurdî yên reklama li ser sînga forma Amedsporê cezayê pere birî. -
‘Ji bo jinan bitirsînin û wan ji têkoşînê dûr bikin, Nagihan hedef girtin’
Fîgen Aras di salvegera qetilkirina Nagihan Akarsel de ew bi bîr anî û got, “Nagihan îlham dida jinan. Ji bo pêşî li vê îlhamê bigirin, jinan bitirsînin û ji têkoşînê dûr bikin, êrîş pêk hat.” -
Lêgerîneke li azadiyê ya ji hunerê: Şîrîn Işik
Gerîlaya YJA Starê Arvîn Çirav Botan (Şîrîn Işik) ku şehîd bû, li pey xwe lêgerîneke li jiyana azad a bi hunerê hişt. -
ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Îzmîrê meşa ‘aştiyê’: Helbesta herî xweş aştî ye
Parlamenter Îbrahîm Akin di meşa Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karşiyakayê ya Îzmîrê de axivî û got, "Di vê pêvajoyê de em dixwazin aştî û demokrasiyê ava bikin". Zelîha Danyeli jî peyama "Em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bernedin" da. -
Li Amedê bi girseyî sedana sersaxiya du şehîdan hat kirin
Li navçeya Peyas a Amedê serdanên sersaxiyê yên ji bo gerîla Celîle Turk (Fîlîz Dersim) û gerîla Ridvan Çelenk (Têkoşer Dorşîn) ên di sala 2019’an de li Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, di roja duyemîn de berdewam kir. -
Ji ber dirûşmeya “Şehîd namirin” 10 meh cezayê girtîgehê dan Mîthat Yilmaz
Bi hinceta ku di dema şîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de dirûşma “Şehîd namirin” berz kiriye, 10 meh cezayê girtîgehê dan Mîthat Yilmaz. -
ÎHD, ÇHD û OHD’ê: Divê daxwazên girtiyên di rojiya mirinê de bê qebûlkirin
Şaxên ÎHD, ÇHD û OHD’ê yên Antalyayê, dan xuyakirin ku rewşa tenduristiyê ya Serkan Onur Yilmaz ê ku bi daxwaza girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpa S, Y, R dest bi rojiya mirinê kiriye, giran bûye. -
Sînorê xizaniyê 91 hezar lîre derbas kir
Li gorî 'Lêkolîna Sînorê Xizanî û Birçîbûnê' ya Îlona 2025'an a TURK-ÎŞ'ê, sînorê birçîbûnê yê malbatek ji çar kesan 27 hezar û 970 lîre, sînorê xizaniyê jî 91 hezar û 109 lîre ye. -
Temellî: Bi muzakerevanê sereke re divê zemîna muzakereyê bê afirandin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî destnîşan kir ku hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re wê ji bo pêvajoyê gava herî diyarker be û got, "Bi muzakerevanê sereke re divê tavilê zemîna muzakereyê bê afirandin." -
Hem zirar dan rûviyên girtiyê nexweş hem jî di lênêrîna awarte de bi kelepçeyê girtin!
Serdar Akay ê kurê Latîf Akay ê li Nexweşxaneya Êlihê di beşa girtiyan de tê girtin, diyar kir ku rewşa bavê wî her diçe xirabtir dibe û got: ‘’Bavê min li pêş çavên min dihele. Hem zirar dan rûviyên wî hem jî di lênêrîna awarte de bi kelepçeyê girtin.’’ -
'Pênasekirina Elewîtiyê bi yek zimanî wê xizmetê ji mejiyê asîmîlasyonê re bike'
Hevseroka FEDA'yê Huriye Kabayel diyar kir ku gotinên tekkirinê yên li hemberî Elewiyan xizmetê ji polîtîkaya tekperestiyê ya dewletê dikin û got, "Her nêzîkatiya ku pesnê Talat Paşa dide, xizmetê ji mejiyê asîmîlasyonê yê desthilatdariyê re dike." -
'Komîsyon bi hevdîtina bi Ocalan re dikare bibe cihê baweriyê'
Îdrîs Balûken anî ziman ku pêknehatina hevdîtina komîsyonê bi Rêber Apo re ji bo baweriya bi pêvajoyê şaşitiyeke mezin e û got, "Ji ber ku em qala lîderekî dikin ku mohra xwe li 50 salên dawî yên meseleya Kurd xistiye." -
ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tulay Hatîmogullari: Divê Komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Rêber Apo aktorê sereke ye û destnîşan kir ku divê komîsyona meclisê demildest pê re hevdîtinê bike. -
Ozel: Bi vekirina Meclisê re divê bi lez sererastkirinên qanûnî bên kirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bang li Meclisê kir ku der barê pirsgirêka Kurd de divê bi lez "hin sererastkirinên qanûnî" bên kirin. -
Şehîd Robîn Bakir li ser gora xwe hate bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Robîn Bakir ku sala 2020'î li Herêma Herekolê ya Sêrtê di şer de şehîd bû, li Edeneyê hate bîranîn. -
ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sandro Mezzadra: Demildest mafê hêviyê pêk bînin
Profesorê Îtalî Sandro Mezzadra, piştgirî da 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo û xwest ku demildest mafê hêviyê bê pêkanîn.