ROJANE
Hemû Nûçe
-
Erden ê hatî berdan: Bi tena serê xwe azadî nabe, azadî civakî ye
Mehmet Salih Erden ê ku 30 salan li girtîgehên dewleta Tirk girtî ma, ji Girtîgeha Ewlekariya Bikind a Hejmar 2 a Elazigê hate berdan. Nûnerên rêxistin, partî û gel diçin serdana Erden. -
Çîçek: Komplo hate pûçkirin, êdî dema vekirina deriyên serdema azadiyê ye
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komploya qirkirina hate pûçkirin û got: ‘’Bi Şoreşa Rojava û tifaqa bindestên li Tirkiyeyê bersiva komplogeran hate dayîn." -
DFG’ê rojnamevan Erdemcî yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, bi bîr anî
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) rojnamevan Vedat Erdemcî di salvegera 6’an a qetilkirina wî de bi bîr anî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. -
Serlêdanên çalakvana Azerbeycanî Nana hat redkirin
Çalakvana Azerbeycanî Nana ku ferzkirina sîxûriyê qebûl nekir, di Navenda Vegarandinê de tê girtin. Tundiyê dît û mafê wê yê perwerdeyê hat desteserkirin. Daxwaza wê ya berdana bi kelepçeya elektronîk re jî hat redkirin. -
Prof. Yeşîldere: Zanîngeh di rewşa ku nikarin tevkariyê li pêvajoyê bikin de ne
Akademisyenê Aştiyê Prof. Tahsîn Yeşîldere bêdengiya zanîngehan a ji bo pêvajoyê weke zîhniyeta serdest a ku bûye sedema jiholêrakirina Akademisyenên Aştiyê rave kir. -
‘Elmanya divê toleransê li hember nijadperestiya li dijî Kurdan nîşan nede'
Serokê Navenda Agahiyê ya Nijadperestiya Li Dijî Kurdan (IAKR) Ciwan Akbulut got ku pêwîst e ev nêrîna ku nijadperestiya li dijî Kurdan ji aliyê dewletê ve tê toleranskirin an jî çavên xwe lê digire were şikandin. -
ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Pervîn Buldan: Em li bendê ne ku komîsyonek ji pênc kesan pêk tê biçe Îmraliyê
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan daxuyand ku tê plankirin ku di hefteyên pêş de şandeyek ji 5 kesan pêk tê serdana Îmralî bike. Buldan diyar kir ku Rêber Apo jî li bendê ye ku Komîsyon demildest biçe Îmraliyê û ji bo lezbûna pêvajoyê tevkariyê bike. -
KOMAW: Şehîd rûmeta gelê me ne
Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) diyar kir ku meha Cotmehê di têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurd de wekî “meha şehîdan” tê qebûlkirin û şehîdên têkoşîna azadî û rûmetê bi rêzdarî bi bîr anî. -
Partiya Sosyalîst: PKK’ê gaveke girîng avêt, divê Erdogan vê şensê baş binirxîne
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê derbarê pêvajoya aştiyê de daxuyanî da û daxuyand ku PKK’ê gaveke dîrokî avêtiye. Partiya Sosyalîst bang li dewleta Tirk kir ku ji bo serketina pêvajoyê û aştiyeke mayînde reformên qanûnî pêk bîne. -
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Tirkiyeyê ye
Heyetek bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê serdana Tirkiyeyê kir. Di rojeva hevdîtinê de pirsgirêka avê heye. -
Komîteya Kampanyayê: Niha dema azadiya Abdullah Ocalan e!
Komîteya kampanyayê bi wesîleya salvegera 2'emîn a kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re" daxuyaniyek weşand. -
Şandeya Îmraliyê îdîayê nivîskarê Halk TV’yê derewand
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, têkildarê îdîayê nivîskarê Halk TV’yê Ugur Ergan ê ku dibêje “Ocalan serbestberdana Demîrtaş asteng kir” derewand. Şandeyê, destnîşan kir ku ev îdîa spekulatîf in. -
Bîranîna komkujiya 10'ê Cotmehê: Daxwaza aştiyê ya 10 sal berê hê jî derbasdar e
104 kesên ku di encama êrîşa DAÎŞ’ê ya li mitînga Platforma Ked, Aştî û Demokrasiyê de hatibûn qetilkirin, di salvegera 10’emîn a komkujiyê de hatin bîranîn. -
Li Rio de Janeiroyê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin
Li bajarê Rio de Janeiro yê Brezilyayê, di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û li ser Konfederalîzma Demokratîk gelek nîqaş hatin kirin. -
DEM Partî: Em ê xewn û xeyalên qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê pêk bînin
DEM Partiyê ji ber salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an daxuyaniyek da û diyar kir ku wê xewn û xeyalên aştiyê yên qurbaniyên komkujiyê pêk bînin. -
Temellî: Demokrasiya muzakerevan wê roja îroyîn û pêşerojê ava bike
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku demokrasiya muzakerevan wê bes ne pirsgirêkên roja îroyîn çareser bike di heman demê de ji bo avakirina civaka demokratîk ya pêşerojê jî nêzîkatiyeke sereke ye. -
Komkujiya 10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin!
Komîteya Reveber a HBDH'ê şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê bi bîr anî û got, "Ji bo cîhaneke dûrî ji zext, mêtingerî û komkujiyan em têkoşîna şoreşê ya yekbûyî, têkoşîna sosyalîzmê mezin bikin." -
ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêdiviyeke jêveneger e’
Endamê DEM Partiyê Cengîz Çîçek di çalakiya protestokirina komployê de axivî û bal kişand ser paradîgmaya ku Abdullah Ocalan ava kiriye û got, "Birêz Ocalan, 27 sal in di hucreyeke tenê de fikra Komara Demokratîk ava kiriye." -
Qedexeya firînê ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê hat rakirin
Qedexeya firînê ya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ku 2 sal û nîv e dewam dike, hat rakirin. -
Komploya 9’ê Cotmehê li Şengalê hat şermezarkirin
Şengalî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî komployên 9’ê Cotmehê daketin qadan. -
‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk komployê têk bir’
Gulîstan Kiliç Koçyîgît di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û wiha got, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk komployê têk bir.” -
Şêniyên Mexmûrê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê bi meşekî girseyî hate şermezarkirin. -
Li dijî komploya 9'ê Cotmehê bajar bi bajar çalakî hatin lidarxistin
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ji bo şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1988’an a li dijî Rêber Apo pêk hat, bajar bi bajar çalakiyên hemwex hatin lidarxistin.