DFG’ê rojnamevan Erdemcî yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, bi bîr anî

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) rojnamevan Vedat Erdemcî di salvegera 6’an a qetilkirina wî de bi bîr anî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

ROJNAMEVAN VEDAT ERDEMCÎ

Rojnamevan Vedat Erdemcî 11’ê Cotmeha 2019’an di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê yê Rojava de, hatibû qetilkirin.

DFG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Erdemcî rojnamevanek bû ku bûyerên li Rojava kêlî bi kêlî bi makîneya xwe ya wêneyan ragihand cîhanê. Erdemcî rojnamevaniya li ser esasê heqîqetê ji xwe re esas girt. Di heman demê de bû dengê gel.”

DFG’ê ev tişt jî got, “Erdemcî lewma bû hedefa hêzên ku ji heqîqetê ditirsin. Têkoşîna Erdemcî di Nazim, Cîhan û Egîd de zindî bû, em ê jî têkoşîna wî bidomînin.”