ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglû bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê yên li Tirkiyeyê û got, çareseriya pirsgirêkên aboriyê bi aştiyê dibe.

Cangoriyên Komkujiya Gar a Enqereyê wê îro bi çalakiyan bêne bîranîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Hêzên ku dixwestin Rêberê me û tevgera me tasfiye bikin bi ser neketin, ji ber ku Rêber Apo êdî lîderekî gerdûnî ye."

Mûrat Karayilan got, "Ronî ciwanek bû ku di şexsê xwe de şoreş afirand; bi felsefeya Rêber Apo xwe nû kir û ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya" û destnîşan kir ku bû semboleke berxwedan û hêviyê.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku demokrasiya muzakereyê ne tenê pirsgirêkê niha çareser dike, her wiha di avakirina civaka demokratîk a paşerojê de jî nêzîkatiyeke bingehîn e.

Koma Hevra ku li ser kevneşopiya KOM'ê dimeşe, destan "Derwêşê Evdî û Edûlê" bi şîroveyeke nûjen pêşkêş kir Klîba anîmasyonê ku ji bo berhema nû ya komê hate amadekirin, li ser platformên dîjîtal hate weşandin.