ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

ROJEVA 11'Ê COTMEHÊ

- Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.

- Ji DEM Partiyê Cengîz Çîçek diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komploya qirkirinê hate pûçkirin û got, “Bi şoreşa Rojava û tifaqa bindestên li Tirkiyeyê bersiva herî mezin ji komplogeran re hate dayîn.”

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên girtiyan û windayan wê bên şopandin.

-  Serokê Navenda Agahiyê ya Nijadperestiya Li Dijî Kurdan (IAKR) Ciwan Akbulut got ku pêwîst e ev nêrîna ku nijadperestiya li dijî Kurdan ji aliyê dewletê ve tê toleranskirin an jî çavên xwe lê digire were şikandin.

- Akademisyenê Aştiyê Prof. Tahsîn Yeşîldere bêdengiya zanîngehan a ji bo pêvajoya wekî zîhniyeta serdest a ku bûye sedema jiholêrakirina Akademisyenên Aştiyê rave kir.

- Çalakvana Azerbeycanî Nana ku ferzkirina sîxûriyê qebûl nekir, di Navenda Vegerandinê de tê girtin. Tundiyê dît û mafê wê yê perwerdeyê hat desteserkirin. Daxwaza wê ya berdana bi kelepçeya elektronîk re jî hat redkirin.

- YRK’ê ragihand ku şervanekî ji Başûrê Kurdistanê, şehîd bûye.