ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kesekî din li girtîgehê jiyana xwe ji dest da!
Rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Tatli yê ku li Gîrtîgeha Kirikkaleyê dihat rehîngirtin, jiyana xwe ji dest daye. -
Mînîbusek qelibî: 5 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Erdemliyê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn. -
Aştiya ku li muxatabê xwe digere -I-
Di ser agirbesta destpêkê de 32 sal derbas bûn, ku Rêber Apo ji bo aştî û çareseriya demokratîk ragihand. Rêber Apo ku îro jî ji bo aştiyê gava herî mezin avêt, 32 sal in li muxatabekî cidî digere. -
ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Jinên ji Amed ber bi Enqereyê ve dimeşin: Bila mafê hêviyê bê naskirin
Jinên ku bi dirûşma “Bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amed dest bi meşê kirin, li ber Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê daxuyanî dan û xwestin ku bi naskirina Mafê Hêviyê re pêvajo were pêşxistin. -
Ji baroyan bang: Mafê hêviyê û mafê Jiyanê yê girtiyên nexweş divê bê parastin
16 baroyên li Bakurê Kurdistanê, piştî civîna li Dersimê, di daxuyaniya xwe ya hevpar de bal kişandin ser siyasîbûna dadweriyê, binpêkirina mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş û nemafiya sîstema înfaza heta hetayê ya li dijî rûmeta mirovî. -
Ferîdûn Kurt ê piştî 30 salan hate berdan, li Rihayê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Ferîdûn Kurt ê ku piştî 30 salan di 1’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate tehliyekirin, 1’ê Cotmehê li navçeya Pirsûs a Rihayê bi coş hate pêşwazîkirin. -
Eren Keskîn: Firotina tîşortên ku wêneyê Torosa Spî li ser hene, encama polîtîkaya bêcezahiştinê ye
Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku firotina tîşortên ku wêneyên Torosa Spî li ser hene ya ji aliyê şîrketên weke Trendyol û Hepsîbûradayê ve encama polîtîkaya bêcezahiştinê ye û got: ‘’Em ê li ser vî karî bisekinin û dev jê bernedin.’’ -
Prof. Robinson: Abdullah Ocalan lîderê pêvajoya aştiyê ye
Profesorê Civaknasiyê ya Zanîngeha Kaliforniyayê William I. Robinson piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo. -
Axaftina Yilmaz Guney a beriya 43 salan
Nivîskar, derhêner û lîstikvanê mezin Yilmaz Guney ê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, beriya 43 salan di civîna DÎSK'ê de axivî bû. Em qeyda vê axaftinê parve dikin. -
Kaya: Divê Kurd daxwazên xwe timî di rojevê de bihêlin
Serokê Giştî yê PIA'yê Ahmet Kaya destnîşan kir ku daxwazên çandî û ziman ê gelê Kurd divê bi rêya têkoşîna siyasî, bi zexta civakî timî di rojevê de bê hiştin. -
ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Meşa ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ li Mêrsînê ye: Rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe
Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.” -
Piştî 30 salan hat berdan: Ez xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikevim
Abdullah Yilmaz (62) ku piştî 30 sal û 3 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklarê ya Bûca Îzmîrê hat berdan, da xuyakirin ku ew xwedî li banga Rêber Apo dertê. -
Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî hate darvekirin
Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî yê ji bajarê Sine, ji aliyê dadgeriya Îranê ve hate darvekirin. -
Ji Komîteya Dîplomasiya Hevpar a Kurdistanê peyama ji bo jinên ber bi Enqereyê ve dimeşin
Komîteya Dîplomasiya hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got, "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin." -
DEM Partiyê ji bo 'jiyaneke aştiyane' daxwaza sîstemeke perwerdeyê ya nû kir
DEM Partiyê bi wesîleya 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê daxuyaniyek da û ji bo jiyaneke aştiyane daxwaza sîstemek nû ya perwerdeyê kir. -
Trump: Îsraîlê xeta vekişînê ya li Xezeyê qebûl kir
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump anî ziman ku xeta vekişînê ya ku ji Hamasê re hate nîşandan ji aliyê Îsraîlê ve hatiye qebûlkirin. -
Ûcaman: Li Kurdistanê çandinî bi zanebûn tê têkbirin
Endezyarê Zîreetê Abdussamed Ucaman anî ziman ku li Kurdistanê çandinî bi destê desthilatdariyê tê têkbirin û cotkar ji çandiniyê tê dûrxistin. -
Çakir: Naskirina mafên gelê Kurd mafekî mirovî û Îslamî ye
Serokê Giştî yê CÎK'ê Şevket Çakir Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke "Gaveke aştiyê ya dîrokî ji bo gelê Kurd" pênase kir û got, aştî hem armanceke siyasî ye, hem jî daxwaza Xwedê ye û got, "Divê ziman, çand û mafê me bêne misogerkirin." -
Yildirim: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê komîsyon li Birêz Ocalan guhdarî bike
Ahmet Yildirim destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê divê nêrînên Ocalan bêne wergirtin û got, "Birêz ocalan aktorek e ku rêxistin fesix kir û çek da danîn. Heta ku pêşniyarên şênber jê neyên wergirtin, pêvajo birêve naçe." -
Sîmge Yardim: Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo civaka demokratîk nebe nabe
Armanc ji meşa jinan a ber bi Enqereyê civakîkirina daxwaza aştiyê û balkişandina ser li perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ji meşvanan mamoste Sîmge Yardim got, "Heta ku mafê zimanê dayikê neyê naskirin civaka demokratîk ava nabe." -
ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Peyama Rêber Apo ji bo jinên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin: Zimanekî wekhev dê sûdê bide me hemûyan
Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin." -
FEDA û DAKB: Em ê destûrê nedin ku kujer weke bêguneh werin nîşandan
FEDA û DAKB’ê li dijî lidarxistina merasîma dewletê ya ji bo Okkeş Kenger (Şendîller) ê di komkujiya Mereşê de cih girtibû nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: "Okkeş Kenger di Komkujiya Mereşê de, di bîra civaka Elewî de weke birîneke kûr cihê xwe digire."