Piştî 30 salan hat berdan: Ez xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikevim
Abdullah Yilmaz (62) ku piştî 30 sal û 3 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklarê ya Bûca Îzmîrê hat berdan, da xuyakirin ku ew xwedî li banga Rêber Apo dertê.
Abdullah Yilmaz (62) ku piştî 30 sal û 3 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklarê ya Bûca Îzmîrê hat berdan, da xuyakirin ku ew xwedî li banga Rêber Apo dertê.
Yilmaz, li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe û rayedarên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Mehkûman re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) ve hat pêşwazîkirin.
Yilmaz, li ber girtîgehê bi çepikan hat pêşwazîkirin û dû re axivî. Yilmaz, diyar kir ku hevalên wî yên girtî moralê wan bilind e, pêvajoya aştiyê dişopînin û baweriya xwe bi Rêber Apo û piştgiriya xwe ji bo banga wî anî ziman. Piştî axaftina xwe, Yilmaz helbesteke Kurdî ya ku wî nivîsandiye xwend û kevokeke spî ji bo sembola aştiyê berda.
Abdullah Yilmaz di sala 1995'an de li Sêrtê hat binçavkirin. Piştre di darizandineke ku ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya li Êlîhê ve hat lidarxistin de cezayê muebedê lê hat birîn. Yilmaz li Êlih, Sêrt, İzmir, Sêrew û Rihayê di girtîgehê de maye.