ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
Ayhan Bayar ê ku 31 sal û 6 mehan hate rehngirtin, piştî biryara tehliyeyê ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê hate berdan. -
Bi keviran êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê
Li navçeya Toroslar a Mersînê, bi keviran êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê. -
ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve
6 girtiyên ku 30 sal di girtîgehan de man û bi hincetên cuda berdana wan nehatibû astengkirin, ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Boluyê hatin berdan. -
Înîsiyatîfa Jinan li Meclisê got: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye destnîşan kir ku barê herî giran ê şer li ser milê jinan e û banga bidawîkirina qeyûman, misogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, avakirina komîsyona heqîqetê û hevdîtina bi Rêber Apo re kir. -
Civîna 15'emîn a komîsyonê bi dawî bû
Civîna komisyonê ku ciwan û jinan fikirên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de anîn ziman bi dawî bû. -
Rêxistinên ciwanan pêşniyarên xwe yên 'çareseriyê' pêşkêşî komîsyonê kirin
GOFOR a ku ji 57 rêxistinên ciwanan pêk tê daxuyand ku baweriya bi pêvajoyê zirar dîtiye û daxwaza guhertineke destûrî ya nû li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev kir. GOFOR’ê pêşniyarên perwerdehiya zimanê dayikê û xweseriya zanîngehê kir. -
Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê
Meşa endamên KESK’ê ya ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin dîsa vegerin ser karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatibû destpêkirin, gihîşt Edeneyê. -
Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin
Komeleya Ciwanan a Anatoliyayê (AGD) di civîna komîsyonê de daneyên anketa derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi ciwanan re kirî parve kir û got ku ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin. -
CPT: Dagirkerî û talana dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê didome
CPT ragihand ku artêşa Tirk dagirkerî û talana xwe ya li ser sînorên Metîna, Zap, Avaşîn û Amêdiyê didomîne. -
Di lêpirsîna têkildarî kuştina Hakan Tosûn de dikandarek hate binçavkirin
Di lêpirsîna têkildarî kuştina rojnamevan û aktîvîst Hakan Tosûn de dikandarek hate binçavkirin. -
Têkildarî Ayhan Bayar ê 30 sal in girtî ye, biryara berdanê
Têkildarî Ayhan Bayar ê ku tehliyeya wî bi awayekî kêfî salek û 6 mehan hatibû taloqkirin, biryara berdanê hate dayin. -
Bakirhan wê tevlî kongreya Partiya Sosyalîstan a Ewropayê bibe
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo tevlî kongreya Partiya Sosyalîstan a Ewropayê (PES) bibe, dê biçe Hollandayê. -
Huseyîn Aykol xistin emeliyatê
Rojnamevan Huseyîn Aykol ku cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê wî, careke din xistin emeliyatê. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bersiv da wekîlê Îyî partiyê: Namerdî, terorîstî!
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê heqaretên wekîlên ÎYÎ Partiyê yên li Meclîsê li Rêber Apo kirin weke "namerdî" û "terorîstiyê" pênase kir. -
Çîçek: Helwesta AKP'ê ya di pêvajoyê de bandorê li medyayê jî dike
Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek got, ji ber ku AKP bi biryardarî li pişt pêvajoyê nasekine, ev yek bandorê li medya Tirk jî dike. -
Hevseroka KESK'ê: Ev meş hem ji bo mafên me ye hem jî ji bo aştiyê ye
KESK ji bo kedkarên cemaweriyê yên ji wezîfeya xwe hatine derxistin li karê xwe vegerin ji 6 baskan dimeşe Enqereyê. Ayfer Koçak diyar kir ku aştiya rasteqîn bi xwedîderketina gelan a li pêvajoyê dibe." -
ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Serdana girseyî ji bo sersaxiya Şehîdê HPG'î Andok Jîrkî
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Reşat Aşan destnîşan kir ku gef li malbata gerîlayê HPG'ê Andok Jîrkî (Aydın Ozdemir) ku hat ragihandin şehîd bûye, hatiye xwarin da ku sersaxiyê li qada vekirî daneyne û astengî şermezar kir. -
Rojnamevan Huseyîn Aykol ji ber xwînrijiya mejî rakirin nexweşxanyê
Rojnamevan Huseyîn Aykol ku yek ji navên sembol ên çapemeniya azad e, li mala xwe bi awayekî ji ser hişê xwe çûbû hat dîtin. Hate diyarkirin ku Aykol xwînrijiiya mejî derbas kiriye û tê emelyatkirin. -
Şandeyên PJAK û Komeleya Zehmetkêşan li hev civiyan
Şandeyên PJAK û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li navenda Komeleya Zehmetkêşan li hev civiyan. Di hevdîtinê de rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn hate nîqaşkirin. -
Kadrî Bagdû li ser gora xwe hate bîranîn
Belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdû ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin, di 11’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. Hevjîna Bagdû, Şemse Bagdû got, “Têkoşîna Musa Anter û hevalên wî, têkoşîna me ye.” -
Bakirhan: Komîsyon divê Birêz Ocalan guhdar bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, got: “Li ser milê Meclisê berpirsyartiyeke sed salî heye. Meclisa îsal biqasî Meclisa ewil girîng e. Meclisa me bi peywira avakirina komara demokratîk a bi rêya muzakereyên demokratîk rû bi rû ye.” -
Li Îranê di 20 rojan de 164 kes hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku girtiyên jin ên siyasî li girtîgeha Evîn ji mafên xwe bêpar tên hiştin û diyar kir ku di 20 rojên borî de 164 kes hatine darvekirin. -
DMME’yê di doza Aysel Tugluk de binpêkirinên giran tesbît kir
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo parlamentera berê ya HDP’ê Aysel Tugluk biryar da ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.