ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya
Hat ragihandin ku li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya ku navenda baregehê navçeya Hêne bû. -
Pêngava dîrokî di rojeva çapemeniya cîhanê de ye
Tevgera Azadiya Kurd bi daxuyaniyek dîrokî vekişandina hemû hêzên xwe yên gerîla ragihand. Ev daxuyaniya dîrokî di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt. -
Katz, fermana îmhakirina tunelên li Xezeyê da
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, diyar kir ku artêşê fermana îmhakirina tunelên li herêma girêdayî Xezeyê yê di bin kontrola Îsraîlê deye daye. -
Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê bû
Hevdîtina Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê ku dihat plankirin 28’ê Cotmehê roja sêşemê were kirin, taloqî 30’ê Cotmehê roja pêncşemê hate kirin. -
Îran neçar ma ku cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên Kurd rake
Di encama çalakiyên li dijî darvekirinên li Îranê bênavber dewam dikin de, dewleta Îranê neçar ma cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên Kurd xirab bike. -
Daxuyaniya AKP’ê ya têkildarî ‘vekişînê’: Çarçoveya pozîtîf wê zelal bibe
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, têkildarî biryara vekişînê ya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd daxuyanî da û got: “Bi berdewamkirina pêvajoyê re dê çarçoveya pozîtîf a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî zelaltir bibe.” -
Parêzer Şakar: Divê guherînên yasayî ji aliyê Komîsyona Venedîkê ve werin şopandin
Parêzer Şakar got, divê wesfa guherînên yasayî yên muhtemel ên ku wê li Tirkiyeyê werin kirin û guncawiya wan a bi peymanan re ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve were şopandin û bal kişand ser girîngiya daxilbûna Komîsyona Venedîkê ya ji vê pêvajoyê re. -
Lîsa Çalan: Divê êş bibe sedema hembêzkirina aştiyê
Lîsa Çalan a ku di êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîrana 2015’an a li hemberî mitînga hilbijartinê ya HDP'ê de her du lingên xwe winda kir, got, “Divê êş bibe sedema ku em bêhtir aştiyê hembêz bikin.” -
ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Bakirhan: Aştî ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga Esenyûrt a Stenbolê de diyar kir ku pêvajoya ku bi banga Rêber Apo dest pê kiriye aîdî civakê ye û got, "Ji ber vê yekê aştî ne tenê ya Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e." -
Mitînga Esenyurtê: Posterê Rêber Apo hat vekirin
Di mitînga ku li Qada Esenyurtê hat destpêkirin de posterê Rêber Apo hate vekirin. -
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê bi gel re civiya
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê bi gel re civiya. Hevberdevkên Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. -
Divê girtiyên nexweş bên berdan
Di çalakiyên li Enqere, Îzmîr û Stenbolê de tehliyeya girtiyên nexweş Kemal Ozelmali, Ozgur Azad Încî û Cemîl Îvendî hat xwestin. -
Şaredariya Fabriano hemwelatîbûna rûmetê da Werîşe, Pexşan û Şerîfe
Şaredariya Fabriano hemwelatîbûna rûmetê da girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî. -
Dayikên Şemiyê ji bo Yusuf Nergiz hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta Yusuf Nergiz ê ku 28 sal berê di bin çavan de hate windakirin pirsîn. -
Îranê ji ber sirûda ‘Rê Xebatman’ ceza li Zeytûn Kehzadî birî
Li Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê midûra dibistaneke seretayî ji ber ku komek xwendekarên dibistanê di salvegera komkujiya Helebceyê de sirûda bi navê “Riya xebatman” xwendin, ji peywira midûrtiyê hat girtin. -
Ayan: Bi paketên darazê zirarê didin baweriya ji bo pêvajoyê
Parlamentera DEM Partî ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku 11’emîn Pakêta Darazê daxwaz û pêwîstiyên civakê pêşwazî nake û ev pakêt zirarê dide baweriya civakê ya ji bo pêvajoyê. -
ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
KON-MED: Denîz Undav ne bi tenê ye!
KON-MED êrîş û helwestên nijadperest ên li dijî lîstikvanê futbolê yê Kurd Deniz Undav a di maça Fenerbahçe-Stuttgartê de şermezar kir û bang li UEFA kir ku peywira xwe bi cih bîne. -
Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Rêber Apo re hat weşandin
Beşa duyemîn a hevpeyvîna ku Rêber Apo 28 sal berê bi rojnamevan Fatîh Altaylî re pêk anî bû lê hatibû astengkirin, hate weşandin. -
Li Wanê mirina bi guman a ciwanekî girtî
Derket holê ku girtiyê bi navê Cîhan Talak ê beriya 2 mehan hate girtin, hefteyek berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye. -
Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin
Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 9 ciwanên endamên Meclisa Ciwanên Demokratîk hatin binçavkirin. -
Eren Keskîn: ‘Mafê Hêviyê’ ne qenciye, erkeke qanûnî ye
Parêzer Eren Keskîn, anî ziman ku sererastkirina rêziknameya 'mafê hêviyê' ya li Tirkiyeyê erkekî qanûnî ye û destnîşan kir ku ev yek tenê bi dozên takekesî re sînordar nîne û got, “Ev mijareke mafê mirovan e.” -
Ji bo ked, aştî û edaletê: 25’ê Cotmehê li Esenyûrtê civîna mezin
Bi pêşengiya DEM Partiyê wê bi tevlîbûna EMEP, EHP, SMF, TÎP û TOP’ê roja 25’ê Cotmehê li Stenbol Esenyûrtê civîneke mezin a gel were lidarxistin û daxwaza ked, aştî û edaletê bê kirin. -
Li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’
Polîsan li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’ pêk anî û Derhênerê Weşana Giştî Merdan Yanardag hate binçavkirin. Hate zanîn ku derheqê Ekrem Îmamoglû de jî lêpirsîna ‘sîxuriyê’ hatiye vekirin.