Îran neçar ma ku cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên Kurd rake
Di encama çalakiyên li dijî darvekirinên li Îranê bênavber dewam dikin de, dewleta Îranê neçar ma cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên Kurd xirab bike.
Di encama çalakiyên li dijî darvekirinên li Îranê bênavber dewam dikin de, dewleta Îranê neçar ma cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên Kurd xirab bike.
Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranî, piştî zext û çalakiyên dijî darvekirinan, Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê, cezayê 11 caran îdamê yê pênc girtiyên siyasî yên xelkê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê betal kir û dê careke din li ser dosyeyên wan biryar bê dayîn.
Li gorî heman çavkaniyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê havîna îsal sê caran cezayê îdamê li Rizgar Beygzade Babamîrî, sê caran li Elî Qasimî, du caran li Pêjman Sultanî, du caran li Kawe Salihî û carekê jî li Teyfûr Selîmî birîbû.