ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dîrokzanê Îtalî Franco Cardini piştgirî da banga Rêber Apo
Dîrokzanê navdar ê Îtalî Franco Cardini, diyar kir ku ew piştgirî dide banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo. -
KNK’ê banga tevlîbûna meşa Kolnê kir
Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo mîtînga mezin a 8’ê Mijdarê ku wê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
‘Perwerdeya bi zimanê dayikê ya Kurdî, ji bo yekitiya civakî mecbûrî ye’
Platforma Ziman a Ewropayê (PZK-E), nirxandina nîqaşên zimanê dayîkê yên li Tirkiyeyê kir û ragihand ku perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo aşitî, wekhevî û paşerojeke demokratîk nebe nabe ye. -
Avcı: Divê dewlet bilez gavên pêwîst biavêje
Nivîskar Veysel Avcı, daxuyaniya vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê dewletê û divê gavên pêwîst bilez bêne avêtin. -
ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Li girtîgeha Tîpa F a Boluyê berdana du girtiyan hate asteng kirin, Metîn Dalan hate berdan
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê berdana girtiyên 32 salan Aydin Adiyaman û Elî Mûrad Çelîk ji ber ku "poşman nebûne" hate astengkirin, girtiyê 31 salan Metîn Dalan jî hate berdan. -
Şandeya Îmraliyê: Em ji bo pêşveçûna pêvajoyê gihîştin fikreke hevpar
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser pêvajoyê nirxandinên berfireh hatine kirin û ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji aliyê avêtina gavên pêwîst ve li hev kirine. -
Wezîrê Edaletê: Babetên ku pêwîstî bi rêkûpêkirinên hiqûqî ne, di destê Meclîsê de ne
Piştî civîna Komisyonê, Wezîrê Edaletê Yılmaz Tunç axivî û got, ji bo ku pêvajo bi serkeftî biqede, rêkûpêkirin tên domandin û destnîşan kir ku "Babetên ku pêwîstî bi rêkûpêkirinên hiqûqî ne, di destê Meclîsê de ne." -
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan bi dawî bû
Hevdîtina şandeya Îmralî ya DEM Partiyê bi bi Serokkomarê Tirkiye Tayyîp Erdogan re bi dawî bû. -
Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
Civîna komîsyona meclisê ya 16'an ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin guhdarkirin bi dawî bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû. -
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan destpê kir
Hevdîtina Endamên Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan destpê kir. -
Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan hat guhertin
Saeta hevdîtina Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar a bi Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re hate guhertin. -
Rewşa rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol cidî ye
Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol ji ber ku xwîn çû ser mejiyê wî, hate entubekirin û rakirin beşa lezgîn. Rewşa wî hîn jî cidî ye. -
Ala û Kalin jî wê beşdarî hevdîtina Şandeya Îmralî-Erdogan bibin
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê îro di saet 17.00’an de li Qesra Serokkomariyê bi Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re bicivin. -
Komîsyona Meclîsê dest bi civîna xwe ya 16’an kir
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest bi civîna xwe ya 16’an kir. Komîsyon Komîsyon dê îro li Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç guhdarî bike. -
Bakirhan li Qersê ye: Divê zagonên veguhêz bên derxistin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Qersê axivî û got: “Divê bi zagonên veguhêz re azadî û maf bên misogerkirin.” -
Sîrovan Şaûle hate binçavkirin
Agahî ji Sîrovan Şaûle nayê wergirtin ku hêzên dewleta Îranê bi ser mala wê de girtin û ew binçav kirin. -
Turkdogan: Armanca daxuyaniya Tevgerê, berpirsyariya desthilatdariyê bibîr xistin e
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku pêngava vekişîna gerîla ji Tirkiyeyê, berpirsyariya desthilatdariyê bibîr xistine û got, “Divê komîsyon biçe serdana Birêz Abdullah Ocalan û nêrînên wî bigire.” -
Rewşa girtiya nexweş Hatice Yildiz girantir dibe: Daxwaza ‘Li Malê Înfazê’ jî hate redkirin
Nexweşiyên Hatice Yildiz a 76 salî ya ku ji ber şandina pere ji keça xwe ya di girtîgehê de hatiye girtin, her diçe girantir dibin. Herî dawî jî serlêdana wê ya ji bo cezayê xwe li malê temamkirinê hatiye redkirin. -
Karasu: Êdî ne dema gotinê, dema kirinê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, biryara vekişîna gerîla ji Tirkiyeyê ji bo dewlet gavan bavêje wek teşwîqkirin nirxand û got, “Qanûnên azadiyê û rewşa Rêber Apo ya ku di mercên xebata azad de be xala krîtîk a pêvajoyê ye.” -
ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
10 kes êrîşî rojnamevan Ezgî Soysal kirin
Rojnameger Ezgî Soysal ya di Can TV de bernameyê çêdike, dema ku diçû mallaxwe rastî êrîşa malbateke hat. Sosyal ku ji meha Çileyê ve rastî tundiya sîstematîk tê, ragihand ku tevî giliyên wê jî tu lêpirsîn derbarê êrîşkaran de nayê vekirin. -
Rewşa rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol krîtîk e
Rewşa rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û hatibû entubekirin, krîtîk e. -
Şandeya Îmralî û Erdogan wê sibe saet 17.30’an bicive
Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan roja pêncşemê diyar bû. -
Tecrûbeya Kolombiyayê: Aştî, muzakere û bandorên li ser pirsgirêka Kurd
Prof. Velasquez diyar kir ku sererastkirina şert û mercên Rêber Apo ne astengiyeke wisa ye ku neyê derbaskirin û got: ‘’Di pêvajoyên aştiyê de dabînkirina baweriyê gav bi gav pêş dikeve. Bi temamî çekdanîn jî ne destpêkêk e, encama pêvajoyê ye.’’