Şandeya Îmraliyê: Em ji bo pêşveçûna pêvajoyê gihîştin fikreke hevpar

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser pêvajoyê nirxandinên berfireh hatine kirin û ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji aliyê avêtina gavên pêwîst ve li hev kirine.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re li Qesra Serokkomariyê hevdîtinek pêk anîn. Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKPê Efkan Ala jî tevlî hevdîtinê bûn. Hevdîtin nêzî saeteke dom kir. Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye ye: “Di civînê de, me nirxandinên berfireh li ser qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên pêwîst ên pêşerojê kirin. Em bi kêfxweşî dibêjin ku me ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên pêwîst ku divê bên avêtin li hev kir û em gihîştin fikreke hevpar.”