ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Nexşerêya aştîxwazan amade ye, lê dewlet xwe nade ber gavavêtinê'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku dewlet xwe nade ber avêtina gavan, ev yek dibe sedema rûdana rewşeke li dijî xwezaya pêvajoyê û got, nexşerêya aştîxwazan amade ye. -
ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DYE ji Tirkiyeyê xwest ku dev ji S-400'an berde
Hat îdîakirin ku Enqere amade ye ku li ser daxwaza DYE’yê ne temamî, bi qismî dev ji pergala parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê berde. -
CÎK’ê banga tevlîbûna meşa 8’ê Mijdarê kir
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) banga tevlîbûna xurt li meş û mitînga “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir. -
Bi girseyî serdana sersaxiyên Çekdar Hanî û Zagros Serdar hatin kirin
Sersaxiyên gerîlayên HPG'ê Hasan Opçîn û Yûnûs Bîlgî bi girseyî hatin ziyaretkirin. -
Rapora binpêkirinên mafên li girtîgehên Herêma Marmarayê hat eşkerekirin
Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê rapora salane ya li ser binpêkirinên mafên li girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. -
TJA’yê banga bi temamî vekişandina paketa nû ya darazê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) daxwaz kir ku 11’emîn Pakêta Darazê bi temamî were vekişandin û ev banga rojevkirina qanûnên aştî û entegrasyona demokratîk ku pêdiviya civakê heye, kir. -
HRW: Ji bo aştiyeke mayînde adelet û reformên qanûnî girîng in
Sê rêxistinên ku HRW’ê jî di nav de ye, bang li komîsyona ku li Meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin kir ku reformên hiqûqî û edaletê yên berfireh pêk bîne. -
Omer Ocalan behsa hevdîtina bi Rêber Apo re kir
Omer Ocalan, behsa hevdîtina xwe ya dawî ya li gel Rêber Apo kir û got, “Divê dewlet wêrektir be, cidîtir tevbigere û gavan biavêje. Hewce ye bi Serok re hevdîtinê bikin û wêrek bin.” -
Jinûve darizandina Kahraman hate redkirin
Dadgeha Cezayê Giran a 13'emîn a Stenbolê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo jinûve darizandina Tayfûn Kahraman bi cih neanî. -
Akgok ku berdana wî 2 caran hate taloqkirin piştî 31 salan ji girtîgehê derket
Sedat Akgok ku di destpêka salên 1990'î de li Amedê bi rengekî nehiqûqî hate darizandin û mehkûmkirin, piştî 31 salên girtîmayinê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê derket. -
Di êrîşa ku bûye sedema mirina Hakan Tosûn de gumana çeteyê!
Derket holê ku li ser profîla medyaya dijîtal a Yûsûf Ozakdag ê ku tevî beşdarî êrîşa ku bûye sedema mirina Hakan Tosûn bûye jî û weke şahid îfadeya wî hatiye standin û berdan, li gel hashtaga #infaztimi wêneyên motorsîkletên bêplaka û çek hene. -
MYK a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajoyê’ û ‘biryara DMME’yê civiya
Desteya Rêvebirina Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi pêşengiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan li Enqereyê civiyan. -
4 rojnamevan hatin binçavkirin
Rojnamevan Yavûz Oghan, Şaban Sevînç, Berpirsê Weşana Giştî yê Aykiriyê Batunar Çolak û Soner Yalçin hatin binçavkirin. -
Modeleke rêxistiniya sosyalîst: Komun
Komun neçar e ku bersivê bide her pirsgirêka civakê û hemû mijara bi her alî binirxîne. Komunek eger xwe li ser bingeha rast ava bike, bêyî ku girêdayî cihekî be wê her hebe û mezin bibe. -
ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Civîna koordînatoran bi dawî bû, civîna sibê hat taloqkirin
Civîna Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a bi koordînatorên partiyên siyasî re bi dawî bû. Komîsyonê civîna xwe ya sibê ku dihat payîn bi rojeva serdana Rêber Apo were lidarxistin, ji bo hefteya bê taloq kir. -
Serokê Meclisê bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re civiya. -
Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina aştî û demokrasiyê ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê tê girtin, bi rêya Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş ku serdana wê kir, wiha got, “Ji bo gelên me dema qezenckirina aştî û demokrasiyê ye.” -
Tedawiya rojnamevan Aykol derbasî qonaxa nû bû
Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku piştî çend emeliyat enfeksiyonê xwe li pişika wî girt, cara çaran bi antîbiyotîkên cuda dest bi dermankirina wî hat kirin. -
DEM Partiyê li ber girtîgeha Sîncanê daxuyanî da: Pêdiviyên aştiyê hene
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û wekîlên partiyê li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît xwest ku siyasetmedar bên berdan û got, “Em di pêvajoyeke nû de ne. Pêdiviyên aştiyê hene.” -
Tulay Hatîmogûllari serdana Demîrtaş kir: Biryar divê tavilê bi cih bê anîn
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî biryara DMME'yê serdana siyaetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ê girtî kir û got, "Pêwîst e û lezgîn e ku biryara DMME'yê tavilê bi cih bê anîn." -
Li Bodrûmê trajediya koçberiyê: Xwedî li mirovan derkevin, ne li sînoran
Tora Piştevaniya Penaber û Koçberan li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê li ser trajediya koçberan a li navçeya Bodrûm a Mûglayê daxuyaniyek da çapemeniyê, ku şeva 24'ê Cotmehê keştiyek noqî binê avê bûbû û herî kêm 17 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn. -
Operasyona li Şaredariya Antalyayê: 8 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna "bertîlê" de ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê 8 kesên din hatin binçavkirin. -
Felsefeya komunê ya Rêber Apo
Rêber Apo got, "Netewe dewlet çawa ku çeka kapîtalîzmê ye, çek û pîvana damezrîner a gelan jî komun e" û felsefeya xwe ya komunê bi taybetî piştî 2000'î kûr kir, weke bingeha feraseta sosyalîzmê ya dema nû jinûve ava kir.